CPT 2 pirsên ANF'ê bê bersiv hiştin

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 40 meh in jî tu agahî jî nayên...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
CPT 2 pirsên ANF'ê bê bersiv hiştin

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 40 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Li dijî vê derhiqûqtiyê tenê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) dikare biçe Îmraliyê lê bêdengiya xwe didomîne. Di serî de parêzerên Abdullah Ocalan, gelek derdorên cuda yên neteweyî û navneteweyî têkildarî Îmraliyê serlêdan kirin lê CPT’yê tevek jî bêbersiv hişt û tenê got: “Em mijarê ji nêz ve dişopînin.” Heta niha tu daxuyanî neda û raporên serdanê jî parve nekir.