Ciwanên enternasyonalîst serdana DFG’ê kirin

Komek ciwanên rewşenbîr û enternasyonîlst ên ji Ewropayê hatin Amedê, sedana gelek sazî û dezgehên kurdan kirin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Ciwanên enternasyonalîst serdana DFG’ê kirin

Komek ciwanên rewşenbîr û enternasyonîlst ên ji Ewropayê hatin Amedê, sedana gelek sazî û dezgehên kurdan kirin. Koma ciwanên enternasyonalist serdana Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) jî kirin. Li avahiya komeleyê Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, endamê komeleyê û rojnameger Dr. Îsmet Konak, Serokê PEN’a Kurd Omer Fîdan, Sekretara DFG’ê û Edîtora JINEWS'ê Gulşen Koçûk, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay û gelek rojnamgeran kom pêşwazî kir. Di serdanê de Rojnameger Îsmet Konak ku tercûmanî dikir, ewil qala zehmetiyên rojnamegerên kurd kir. Dr. Konak, anî ziman ku rojnamegerên kurd di bin zextên giran de ne û got: “Armanca komeleya me ew e ku li Tirkiyê û Kurdistanê van pirsgirêkan derbixe holê. Rojnamegerên kurd di bin zextên giran de di girtîgehan de tên ragirtin. Em bi desthilatdariyeke ku civakê tepeser dike re rû bi rû ne. Hikûmet bi tepisandina medya û rojnamegeran hewl dide wan bêdeng bike. Dema vê dikin, gelek caran armanc dikin ku rojnamegeran ji qadê derxin.