Ciwanan bi ‘Bijî Serok Apo’ dest bi kongreyê kirin

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Eywana Dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bi şiara “Vejînek Ciwan” 1’emîn Kongreya Asayî li dar dixe.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Ciwanan bi ‘Bijî Serok Apo’ dest bi kongreyê kirin

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Eywana Dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê bi şiara “Vejînek Ciwan” 1’emîn Kongreya Asayî li dar dixe. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên TJA, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî jî di navde, nûnerên gelek saziyan amade bûn. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran ciwan hatin li eywana kongreyê kom bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Ciwanan li eywana kongreyê pankartên “Bêyî jinan şoreş nabe”, “Me roj dît êdî ji tariyê natirsin”, “Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye”, “Jin, jiyan, azadî", , “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ji jiyana azad re erê, ji koletiyê re na”, “Jinên ciwan tirsa faşîzmê, pêşengên têkoşînê ne”, “Vejîna ciwan a li dijî pişaftin û înkarê” û “Bi ruhê ciwan ber bi şoreşê ve” daliqandin. Di heman demê de pankarta “Dê dawî