Civaka Şengal û Kerkûkê derbeke giran li PDK’ê da
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi îmzeya Zehra Şengalî li ser hilbijartina 18’ê kanûnê ya li Kerkuk û Şengalê analîzek weşand.
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi îmzeya Zehra Şengalî li ser hilbijartina 18’ê kanûnê ya li Kerkuk û Şengalê analîzek weşand. Zehra Şengalî di analîza xwe de balê dikişine ser rastiya PDK’ê û helwesta civakên Kerkuk û Şengalê yên li dijî PDK’ê. Analîza Zehra Şengalî wiha ye:
18’ê kanûnê li Iraqê hilbijartinên xwecihî hebûn. Hilbijartinên li Iraqê tevî ku li gorî qanûnan her 4 sal carekê divê werin kirin, li hinek parêzgehan demek dirêje hatibûn paşxistin. Mînak li Kerkûkê hilbijartina ewil ya piştî 18 salan bû. Li parêzgeha Mûsilê jî hilbijartinên dawî di sala 2013’an de hatibûn lidarxistin. Yek ji sedemên derengxistina hilbijartinan, nakokiyên siyasî yên Iraqê ne ku xwe dispêrin alî û hêzên siyasî ye. Hem hêzên herêmê, di serî de Tirkiye û Îranê li ser xaka Iraqê li gorî berjewendiyên xwe siyasetekê bi rê ve dibin û hem jî hêzên navnetewî di çarçoveya projeya mezin a Rojhilata Navîn mudaxaleyî herêmê dikin. Ev pevçûnên siyasî, guhertinên hêzan li herêmê û nakokiyên navxweyî bûn sedem ku hilbijartin bên taloqkirin.
Iraq li Rojhilata Navîn cihekê stratejîk digire û ji ber vê jî dibe navenda lîstokên hêzên hundir û derve. Sîstema Iraqê, sîstema federal e. Li gorî qanûnên Iraqê cih ji hemû pêkhateyan re heye, lê ji ber ku di siyaset û zêhniyeta xwe de ne demokratîk e ev qanûn derbasî pratîkê nabe. Berovajî vê, pêkhateyên heyî dibin qurbanên siyaseta ne demokratîk yê Iraqê û bi vî awayî jî nakokiyên heyî kûrtir dibin. Ji ber vê em dikarin bêjin hilbijartinên xwecihî, girîng e ku di dema xwe de bi pêkanîna qanûnên xwe werin pêkanîn. Pêkhateyên heyî vê girîng dibînin. Hilbijartinên xwecihî li gorî yê parlamentoyê, di cewhera xwe de zêdetir demokrasiyê diparêze ji ber ku hîn zêdetir nêzî civakê ne.
Di karaktera dewletê de zêhniyeta demokrasî nîne, ji ber vê jî ev 10 sal in hilbijartin pêk nehatine.
Li 15 parêzgehên Iraqê hilbijartin pêk hat û bi sedan partî tevlî vê hilbijartinê bûne. Hin ji wan partiyan bi tifaqan tevlî hilbijartinan bûn. Lê di vê hilbijartinêde çavê herkesî bi taybet li ser parêzgehên Mûsil û Kerkûkê bûn. Partiyên ku bi taybetî li parêzgeha Mûsilê derketin beramberî hev Hevpeymana Civakî, PDK û YNK bûn. Li Kerkûkê jî YNK, PDK, eniya tirkmenan û eniya ereban derketin beramberî hev. Di encama hilbijartinên li Nînowayê, em dikarin diyar bikin ku hevpeymana civakî di rêza duyemîn de bi ser ket û li Kerkûkê jî YNK weke partiya yekemîn hate hilbijartin.
Ji 23 milyon hilbijêran tenê 6 û nîv milyon kes çûne ser sindoqan. Ev tê maneya ku li tevahiya Iraqê tenê ji sedî 41 kes çûne ser sindoqan. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinan li Mûsilê ji sedî 52 û li Kerkûkê ji sedî 70 bû. Di serî de li Bexdayê û li gelek parêzgehên din rêjeya tevlîbûna hilbijartinan gelekî kêm bû. Di aliyê civakî de tevlîbûn an jî tevlîbûna kêm, nîşaneya helwestekê ye. Di heman demê de ev yek nîşan dide ku partiyên serdest ên parêzgehan zêde hêviyê nadin civakê, teng dimînin û ji pêdiviyên gel re nabin hêza çareseriyê û ne xwedî proje ne.
Em dikarin di kotaya parêzgehan jî bibînin ku di qada siyasetê de rolekê çawa ji jinê re tê dayîn. Ev tê maneya ku li gorî kotayê tenê ji sedî 25 kursî ji bo jinan tê veqetandin. Rolekê diyarker, di siyaseta Iraqê de ji jinê re nayê dayîn. Jinên ku di siyaseta Iraqê de cih digirin, tenê di bin siya zêhniyeta zilam de dimînin an jî di bin vî siyê de têne hiştin. Mirov dikare bêje, rewşa jinê di siyasetê de, li Iraqê jî ji welatên cuda ne cudatir e. Tevlîbûna jinê li gorî qanûnan e, ne li gorî nasname û xweîfadekirina jinê ye. Têkoşîna jinan bi taybet di 10 salên dawî de ji bo vê yekê hebê jî, hîna guhertinekê berbiçav tine ye. Ji bo demokratîkkirina pergalê, divê rola jinê di siyasetê de hîn zêdetir çalak be. Asta beşdarbûna jinê ya siyasetê, asta tevlîbûna civakê jî diyar dike.
Li welatekê jin çiqasî xuya be, ewqasî jî wê ew welat ji guhertinê re vekirî be. Ji lew re em nikarin bêjin ku jin di siyaseta Iraqê de bi bandor in. Di tevlîbûna siyasetê ya çawanî û çendanî de jî jin ne li pêş in. Di hemû lîsteyên partiyan de jî tê dîtin ku namzetên jin pir kêm bûn. Yên ku hatibûn nîşandayîn jî gelek ji wan nehatin hilbijartin. Lê têkoşîna jinên Êzidî û şoreşa jinê ya Rojava heta astekê bandorê li jinên Iraqê jî kiriye. Ji bo vê jî mirov dikare diyar bike ku heta astekê têkoşîna jinên Iraqê jî heye. Di serî de têkoşîna ji bo mafê qanûnî ya ji bo hilbijêr û namzetan û bi giştî ji bo mafên jinan ên li Iraqê jî têkoşîna jinê hene. Fikrên Rêber Apo bandorê li rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên jin kirine. Tê dîtin ku têkoşîna ji bo mafê jinan ê di siyasetê, qadên civakî û hemû qadên jiyanê de hîn zêdetir derdikeve pêş.
Gel lîstikên PDK û Tirkiyeyê vala derxistin
Weke me li jorê jî destnîşan kir ev hilbijartin bi taybetî ji bo Kerkûkê girîng bû. Piştî 18 salan cara ewil dîsa hilbijartin çêbûn. Encamên hilbijartina li Kerkûkê, wê bandorê li tevahî siyaseta Iraqê bikin. Beriya hilbijartinan jî lîstokên ciddî li ser Kerkûkê hatin lîstin. Bi taybetî Erebên şovenîst, Tirkmenên girêdayî Tirkiyeyê, PDK û dewleta tirk bi awayek ciddî li ser Kerkûkê lîstin. Tirkiye vê yekê bi taybetî bi destê PDK’ê kir. Beriya hilbijartinan provokasyonek di navbera ereb û kurdan derxistin û bi vî awayî xwestin hilbijartinên li Kerkûkê betal bibin. Lê xelkê Kerkûkê ev dek û dolabên Tirkiye û PDK’ê vala derxistin. Encama hilbijartinên li Kerkûkê jî, encama vê valaderxistinê bûn.
Li Kerkûkê divê pergalek demokratîk di navbera pêkhate û partiyan de bê avakirin. Lê encamên hilbijartinê her çiqasî ne bi yek lîsteyê be jî, ew ji bo kurdan girîng bû. Destkeftiyek girîng e, eger partiyên kurd bi yek lîsteyê û tifaqê tevlî hilbijartinê bûbûna wê ev destkeftî hîn mezintir bûna. Ev yek cihê mixabiniyê ye. PDK dizanî ku wê li Kerkûkê bin bikeve, lê ji bo ku tifaqa di navbera Kurdan de çênebe, rê li ber girt. Bi erebên şovenîst û tirkmenên girêdayî Tirkiyeyê re li hev kir. Careke din rûyê PDK û siyaseta wî ya hevkariya dagirkeriyê li Kerkûkê derket holê.
Ev siyaseta PDK di 2017’ande dîsa pêşiya yekîtiya Kurdan girtibû. Bi navê referandûmê Kerkûkê ji destê Kurdan derxistibûn û bi vî awayî di xeta xiyanetê de israra xwe nîşan da. Gurkirina dijberiya Kurdan û dijderketina li dijî kurdên azad esas digire û bi her awayî li dijî Kurdan derdikeve. Lê di encamên hilbijartinên li Kerkûkê de jî derket holê ku ev siyaset û planên PDK’ê yên hevkarî û lîstokên bi Tirkiyeyê re vala derket.
Kurd dikarin pêşengtiyê dikin
Hilbijartinên li Kerkûkê ji bo Kurdan encamek girîng bi xwe re anî. Ne Tirkiye ne jî PDK ji vê encamê nerehetin û ev yek xeteriyek bi xwe re tîne. Dibe ku di dema pêş de li ser vê bingehê lîstokên cuda jî pêş bixin. Dek û dolabên Tirkiye û PDK’ê naqedin, beriya niha jî gelek caran hewl dan bi vî awayî bi ser bikevin. Destkeftiyên Kerkûkê dikarin encamên xurt bi xwe re bînin û wê lîstokên Tirkiye û PDK’ê jî li beramberî Kerkûkê bi ser nekevin. Lê ji bo vê hişiyarbûnek divê. Di maddeya 141 de Mûsil jî di nav de, heta ku xwedî vê statuyê bin, wê ne xeterî û ne jî nakokiyên li ser van herêman di demek nêz de bidawî nebin. Lê çareseriya herî mayînde ya li Kerkûkê wê riya sêyemîn be. Bajarekî mozaîk û dewlemend e, cihêreng e. Bi hezaran salan e, ev gel bi hev re dijîn. Kurd dikarin li wir pêşengtiyê bikin. Ji bo pêşî li siyaseta qirêj bê girtin, yekîtiya gelan wê çareseriyê pêk bîne. Kurd di vê mijarê de xwedî projeyê ne. Projeya riya sêyemîn ku Rêber Apo weke riya siyasetê ya demokratîk diyar kir, dikare herî zêde li Kerkûkê bibe hêza çareserî û stratejiyê.
Siyaseta başûrê Kurdistanê ji pewîstiyên gel re nabe bersiv
Encamên hilbijartinên li parêzgehên Iraqê wê bandorê li hilbijartinên başûrê Kurdistanê jî bike. Ji niha ve hemû partî di nava amadekariyan de ne. Lê siyasetek hevpar a partiyên Kurdan tine ye. Her çiqas li başûrê Kurdistanê pergalek avakirina hikûmetê hebe jî, lê di pratîkê de xizmeta gel tine ye. Gel ji PDK’ê bêhêvî ye. Dîsa pêşkêşkirina başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta tirk redibe sedema nerazîbûna gel. Partiyên din jî ji bo çareseriyê zêde hêviyê nadine gel. Ji bo vê jî, ji niha ve amadekariyên cidî ji hilbijartinan re divê. Bendewariyên gel hene, bêkarî, koçberiyek mezin, ji ber nedayîna mûçeyan boykotkirina kar û hwd. ev hemû dibin sedemên nerazîbûnên gel. Siyaseta başûrê Kurdistanê ji pewîstiyên gel re nabe bersiv. Ev nerazîbûn wê li ser sindoqan jî diyar bibe. Beriya her hilbijartinê bi taybetî hêzên hikûmetê ji bo xweşkirina dilê gel hinekê guhertinan çêdike û mûçeyê gel zêde dike. Ev yek divê aşkera weke bi pereyan bêdengkirina gel were dîtin. Ger hilbijartinên li başûrê Kurdistanê bi awayek demokratîk pêk neyên, wê guhertinên cidî li başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî di qada siyasetê de neyên çêkirin. Di hilbijartinên parêzgehên Iraqê de derket holê ku eger kurd tifaqa xwe ya siyasî ava bikin, encamên girîng dikarin bidest bixînin. Di siyaseta Iraqê de jî dikarin rolek bibandor û mirov dikare bêje di siyaseta Iraqê de rolek pêşeng bilîzin. Lê xeta


