Civaka êzidî, polîtîkayên herêmî û navneteweyî

Li ser civaka êzidî û erdnîgariya wan ev sed sal in nîqaş hene. Di navbera tirk û îngilîzan de Mûsil bi giştî û Şingal bi taybetî pirsgirêk bû. Ji sala 2003yan ve di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de pirsgirêk e.

•
1 deqe xwendin
Civaka êzidî, polîtîkayên herêmî û navneteweyî

Kendal Çiya 

Sedem û encamên êrişên salên 1925an û 1935an yên li ser êzidiyan tên zanîn. Bi hinceta bac û leşkeriyê gelek komkujî pêk hatin. Weke berdewamiya wan êrişan di 1941-46an de êrişê gundên başûrê çiya kirin. Piştî wê êdî bi fermî careke din dest bi standina axa êzidiya kirin û ereb lê bi cih kirin, erdê wan ê çandiniyê ku çavkaniya debar û jiyana wan bû, bi sedhezeran donim ji wan standin û li ser navê serokeşîrên ereb tapo kirin. Di sala 1962yan de dest bi avakirina Kembera Erebî kirin û li ser axa êzidiyan a di navbera Rojava û Şingalê de ji bo ereben gund ava kirin. Rejîma Baasê ya Sûriyeyê jî heman tişt li Rojava da destpêkirin; bi taybet li xeta sînorê Rojava û Bakur, Rojava û Başûr. Li Tirkiyeyê jî ev plan li dijî êzidiyan xistin meriyetê. Bi rêbaza helandinê ew koçber kirin, dest danîn ser cih û warên wan. Bi vî rengî şopên hebûn û dîroka êzidiyan li gelek deverên wan wenda kirin.

Piştî wê gava herî xeternak ew bû ku di 9ê gulana 1975an de, biryara xerakirina hemû gundên êzidiyan ên li ser çiyayê Şengalê û derdora çiyê girtin, ji aliyê hikûmeta Baasê ve di destpêka sala 1976an de nêzî 170 gundên êzidiyan hatin valakirin û hilweşandin û ew li 12 komalgehan ji çiya dûr kom kirin û navên şovenî yên erebî li wan komalgehan kirin. 

Di sala 1996an de biryar hat wergirtin ku êzidiyên Şingal derbederî devera Heder a başûrê Mûsilê bikin. Heta sala 2003yan jî hewldana erebkirina êzidiyan dewam dikir û di nasnameyên wan de weke ereb û dîn jî misilman dihatin hesabandin. Bi vî rengî sed sal in civaka êzidî bê maf, li derveyî hiqûq û qanûnan tê hiştin.

Berî Amerîka bê Iraqê û piştî hat, gelek propangandaya wan hat kirin. Hat gotin ku Amerîka wê azadî û edaletê bîne Iraqê, wê zilm û zordarî, belengazî û hejarî nemînin. Wê teknolojiya pêşketî were û mirov wê rehet bin û hwd, lê ji bo êzidiyan ti tişt neguherî. Tenê ya guherî, êzidî bê maf û bê parastin hatin hiştin û bi dehan komkujiyan re rû bi rû man. Di sala 2006an de 21 xwendekarên zanîngehê li Mûsilê hatin serjêkirin. Li Tilefer 12 ciwanên êzidî yên di nav artêşê de hatin serjêkirin. Di 14ê tebaxa 2007an de li Sîba û Tilezêrê du komkujî pêk hatin herî kêm hezar kes bûn qurbanî. Di 3yê tebaxa 2014an de fermana herî mezin a sedsalê pêk hat. Meha tebaxê bi temamî kirin meha komkujiyan. Hê jî nayê zanîn ka çend kes hatine kuştin û çend kes wenda ne. 

Li ser civaka êzidî û erdnîgariya wan ev sed sal in nîqaş hene. Di navbera tirk û îngilîzan de Mûsil bi giştî û Şingal bi taybetî pirsgirêk bû. Ji sala 2003yan ve di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de pirsgirêk e. Di van 12 salên dawî de û piştî ku tekoşîna azadiyê li Şingalê bi pêş ket, bûye pirsgirêkeke navneteweyî û her ku diçe alozî û krîz kûrtir dibe. Li ruxmî ku 20 dewlet û rêxistinan jenosîda êzidiyan naskirine, heta niha li ser erdê û bi awayekî piratîk ti kar nehatiye kirin. Êzidiyên ku vegeriyane bi îmkanên kêm û bi hevkariya Tevgera Azadiyê karîbûne vegerin Şingalê. Niha jî polîtîkayên erebkirinê ji aliyê dewleta Iraqê ve dewam dikin. Di navbera mezhebên şiî û sunî de nakokî hene li ser Şingal û êzidiyan. Êşîreta Şemir dixwaze êzidiyan bike sunî û Şingalê li ser navê xwe tapo bike. Bi rêya tirkmenên Tilefer û kurdên şiî yên Şingalê dixwazin êzidiyan bikin şiî. Polîtîkaya wan a esasî ew e ku êzidiyan û Şingalê ji Kurdistanê û ji gelê kurd qut bikin û wisa pirsgirêkê çareser bikin. PDK jî bi salan e li ser êzidiyan siyasetê dike û piştî jenosîda êzidiyan li ser keysa êzidiyan gelek rant kir. 

Heta vê kêliyê jî Şingal ji hêla ewlekarî, îdarî û siyasî ve pirsgirêk e. Du firqeyên artêşê (firqa 20 li başûr û firqa 15 li bakurê çiyê) bi cih kirine. Di erdnîgariyeke 80 km de 15 xalên kotrolê yên artêşa Iraqê hene. Ji bilî vê gelek xalên kontrolê yên Pêşmerge, Heşdî Şebî, polîs, Asayişa Êzidxanê û YBŞ hene. Bi kurtî, Şingal ji her hêlê ve dorpêçkêrî ye. Eger hebûna Tevgera Azadiyê li Şingalê nebûya, dibû ku di bin vê zextê de êzidiyek jî niha li Şingalê nemabûya. Li ruxmî ku hikûmeta Iraqê Şingal weke herêmeke wêranbûyî îlan kir, heta niha ji bo jinûveavakirina Şingalê ti bernameyeke wê ya cidî tune ye. Gelek soz dide û li ser kaxezê biryara projeyan dide, lê di pratîkê de tiştek nîne. 

PDK jî ev 12 sal in bi sedhezaran êzidiyên koçber weke karteke siyasî di destê xwe de digire. Nêzî 150 hezar êzidî 12 sal in li kampan dijîn. Ji sed hezarî zêdetir koçî welatên din kirine. Par UN dosyaya koçberiya êzidiyan girt û alîkarî bi dawî kir. Wezareta koçberan a Iraqê jî xwest êzidî vegerin Şingalê û dosya girt. Niha rewşa koçberên mane jî gelekî zehmet e û bipirsgirêk e. Sala 2022yan UN erka xwe ya li Iraqê bi dawî kir û dosyaya jenosîda êzidiyan radestî PDKê (Dîndar Zêbarî) kir. UNê xwest kopyekê bide hikûmeta Iraqê lê hikûmeta Iraqê wernegirt. Dewleta Iraqê heta niha jenosîda êzidiyan weke komkujiyekê nas nekiriye. Iraqê qanûna rizgarbûyên ji dest DAIŞê derxist, lê heta niha ji 500 jinî zêdetir koçî Ewropayê bûne. Ji hezar û 500 malbatî zêdetir koçî Awûstralyayê bûne. Ev jî nîşan dide ku  qanûn tenê li ser kaxezê hene. 

Mijareke din a girîng jî, axa êzidiyan e. Li Şingalê 17 hezar parçeyên erdê li ser navê êzidiyan ne tapokirî ne. Nezî ji sedî 90 malên êzidiyan ne li ser navê wan in. Li ruxmî daxuyanî û biryarên dewletê jî ev pirsgirêk hê nehatiye çareserkirin. Şingal cihekî zuha ye û ti projeyên avê û şîrket nehatine çêkirin ku mirov bikaribin jiyana xwe ya normal bijîn. 

Heta roja îro jî tevahî polîtîka li ser esasê qirkirina êzidiyan dimeşin. Çareseriyên ji aliyê dewletê, heta ji aliyê rêvebiriya Başûr ve tên pêşniyarkirin, çareseriyên demkurt û berjewendîperest in û bi ti awayî îrade û hebûna civaka êzidî li ber çav nayê girtin. Çareseriya ji aliyê Tevgera Azadiyê ve weke rêvebiriya xweser û rêvebiriya xwecih, tê pêşinyarkirin jî, weke xeyalî û li derveyî qanûnê tê pênasekirin û her tim tê redkirin. Hem herêma Kurdistanê û hem jî dewleta Iraqê, heta dewleta tirk ji vê rewşa aloz sûdê werdigirin. Herêma Kurdistanê tim bi Iraqê re li ser vê rewşê siyasetê dike. Gelek caran rewşa Şingalê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de jî bûye mijara bazarê. Ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dewleta Iraqê zext û tecrîda li ser Şingal û Tevgera Azadiyê zêde dike. Gelek caran ev yek bûye sedema şer û aloziyan. 

Bi banga Rêber Apo ya 27ê sibatê re pêvayoyeke nû hat destpêkirin. Niha ji her demê zêdetir Tevgera Azadiyê hewl dide pirsgirêka Şingal û êzidiyan bi rêya diyalogê çareser bike. Bi awayekî demokratîk entegrebûna êzidiyan, wê hem ji bo pêşeroja êzidiyan û hem ji yekîtiya dewleta Iraqê gelekî girîng be. Li şûna ku dewleta Iraqê bi hiqûqeke demokratîk, pirsgirêkên hemû pêkhateyan çareser bike, ber bi dewleteke kapîtalîst û navendî ve diçe. Ev jî wê di pêşerojê de bibe sedema alozî, qeyran û şerên mezin. Li pêşiya dewleta Iraqê du rê hene; yan wê weke komara demokratîk xwe ji nû ve saz bike yan jî wê bikeve nav şerekî bêdawî yê mezheb û neteweyî.