Çînê sedema xwepêşandanên li welatê xwe bi hêzên derve ve girêda

Çînê xwepêşandanên li welatê xwe ên li dijî tevdîrên tund ên ji bo Covîd 19 bi welatên derve ve girê da û got ku ‘ Hin hêzên xwedî armancên ne diyar’ li pişt van xwepêşandanan e .

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Çînê sedema xwepêşandanên li welatê xwe bi hêzên derve ve girêda

Çînê xwepêşandanên li welatê xwe ên li dijî tevdîrên tund ên ji bo Covîd 19 bi welatên derve ve girê da û got ku ‘ Hin hêzên xwedî armancên ne diyar’ li pişt van xwepêşandanan e . her wiha da xuyakirin ku ew hêzên derve xwestine ku tevdîrên li dijî Covîd 19 wekî sedema derengmayîna di agirê mezin ê li Xinjiang de nîşan bidin.

Lewre jî bi vê girêdana di navbera tevdîrên Covîdê û şewata mezin a li Xinjiang ya êvara roja pêncşema borî di nava gel de bûye cihê nerazîbûn û xwepêşandanan.

Hêjayî gotinê ye ku rayedarên Çînê di encama nerazîbûnan de li hin deveran tevdîrên tund ên Covîdê sivik kiribûn lê piştî gurbûna xwepêşandanan û daxwaza xwepêşandêran a istîfakirina serokê Çînê, dîsa rayedarên dewletê li stratîjiya sifir Covîd vegeriyane û li tevdîrên tund vegeriyane.