
Ji çapemeniya cîhanê 'Helwesta siyaseta kurdan rêya sêyemîn e'
Şerê Îranê û Amerîkayê didome. Daneyên heyî destnîşan dikin ku ev şer dê hê berxwe bike û ne diyar e kengî û bi çi awayî bi dawî bibe. Di rojên dawî de di Ewropa, Amerîka, Îsraîl û dewletên Rojhilata Navîn de rola partiyên kurdan ên Rojhilatê Kurdistanê zêdir tê nîkaşkirin û parvekirin. Medyaya biyanî manîpûlasyona ku DYA û Îsraîl piştgiriya kurdan dikin ku di şerê bejayî yê nav Îranê de cih bigire lê partiyên kurdan vê yekê bi tundî red dikin. Ligel ku kurdan daxuyand ew rêya siyemîn dişopînin jî manîpûlasyon bi israr didome














