Dewleta tirk bi çekên giran êrişî Hesekê kir

Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Dewleta tirk bi çekên giran êrişî Hesekê kir

Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên li bakurê navçeya Zirgan a Kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kirin.

Hat ragihandin ku gundên Bobî û Um Heremlê yên girêdayî navçeyê bi çekên giran hatine topbarankirin.