Çepên Kesk: Em ê vî karî di 28’ê gulanê de temam bikin
Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil li Mêrdînê bi girseyî dakete qadan.

Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê cara ewil li Mêrdînê bi girseyî dakete qadan. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz li Nisêbînê, Bêrîtan Guneş li Dêrikê, George Aslan li Mîdyadê û Kamûran Tanhan jî li Qoserê bi gel re hate ba hev û çûn serdana esnafan. Aydenîz û şandeya pê re li Nisêbînê rastî eleqeyeke mezin a gel hatin.
Aydenîz, rexneyên welatiyan guhdar kir û wiha got: “Gelo hûn amade ne ku em karê xwe yê di 14’ê Gulanê de nîvco mayî di 28’ê gulanê de temam bikin?” Welatiyan piştgirî dan Aydenîz û ji welatiyan yekî jê wiha got: “Ewi bi TIR’an jî di ser me re derbas bibin em ê dîsa jî dengê xwe bidin. Em ê dengê xwe vekirî bidin.”
Di dema serdana esnafan de Aydenîz û şandeya pê re bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.


