Çekdarên PDK’ê êrîş birin ser çeperên gerîla

Li gorî nûçeyeke ajansa ANF'ê çekdarên PDK'ê doh êvarê tevî 200 wesayîtên ku tê de gelek alavên zirxî û cebilxane, her wiha tank û panzer hebûn, derbasî navçeya Sîdekanê ya herêma Biradost bûn.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Çekdarên PDK’ê êrîş birin ser çeperên gerîla

Li gorî nûçeyeke ajansa ANF'ê çekdarên PDK'ê doh êvarê tevî 200 wesayîtên ku tê de gelek alavên zirxî û cebilxane, her wiha tank û panzer hebûn, derbasî navçeya Sîdekanê ya herêma Biradost bûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku vê sibehê saet derdora 04:30’an beşek ji van çekdaran li Gewriya Zînê ya qada Goşînê êrîş birin çeperên gerîlayên azadiyê yên Kurdistan.

Hêzên gerîla jî bersiv dan êrîşê û şer qewimî

Heman çavkaniyan ragihandin ku hîn alozî û gengeşe li qadê didome.