Binefserek tirk li Başûr hat kuştin

Êrîşên artêşa tirk ên li herêma Zap, Avaşîn û Metîna didomin. Hat ragihandin ku li herêmê şerekî dijwar di navbera leşkerên tirk û gerîllayên HPG’ê de derketiye.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Binefserek tirk li Başûr hat kuştin

Êrîşên artêşa tirk ên li herêma Zap, Avaşîn û Metîna didomin. Hat ragihandin ku li herêmê şerekî dijwar di navbera leşkerên tirk û gerîllayên HPG’ê de derketiye. Hat diyarkirin ku di vî şerî de binefserê tirk Mûsa Esat Kaya hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û kuştina Kaya piştrast kir.