Bi stranekê xwe bi kurdan da nasîn
Di civaka kurd de dengbêjî di heman demê de vegotina dîrok, bûyer û serpêhatiyan e. Lê di nav dengbêjên kurd de hin ji wan hene ku bi sewt û awazên xwe giyan dane kilaman.

Di civaka kurd de dengbêjî di heman demê de vegotina dîrok, bûyer û serpêhatiyan e. Lê di nav dengbêjên kurd de hin ji wan hene ku bi sewt û awazên xwe giyan dane kilaman. Yek ji wan dengbêjan jî Fatma Îsa ye ku bi sewta xwe ya zîz, bi tîpên zêrîn navê xwe li rûpelên çand, huner û folklora kurdî nivîsî ye. Jina navdar, dengbêja kurd, Fatma Îsa di sala 1934'an de li gundê Erezegin ê Ezerbaycanê ji dayik dibe. Ji eşîra Brukiyan e. Piştî ji dayikbûnê bi 3 salan, malbata wê ligel kurdên welatparwer têne mişextkirin. Malbata Îsa li gundê Hamzalî yê Êrîvana Ermenistanê bi cih dibe. Sedema wê nayê zanîn lê dengbêja navdar Fatma Îsa dibistan nexwendiye. Dema ku dikeve 14 saliya xwe tê zewicandin. Fatma Îsa ji biçûkatiya xwe xwedî deng û sewteke xweş bûye. Li zozanên Êrîvanê jiyaneke kurdewarî jiya ye. Li dora wê dengbêj hebûn û wê jî hez dikir ku mîna dengbêjan kilaman bistrê. Lê wê demê li gorî baweriyên dînî kurdên sunî stranbêjiya jinan nedipejirandin. Ji ber vê sedemê jî Fatma Îsa kilam û


