Bi hezaran ‘Aştî azadî û jiyan’ xwestin
Li Qada Îstasyona Amedê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aşîtiyê ya Cîhanê mitîng hat lidarxistin.

Li Qada Îstasyona Amedê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aşîtiyê ya Cîhanê mitîng hat lidarxistin.
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şiara"Ji bo aştiyek civakî, azadî û wekheviyê" li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîng li dar xist. Girse bi dirûşm û pankartên “Jin Jiyan azadî û “Bijî Berxwedana Zindanan” beşiyan qada Îstasyonê. Girseyê li qadê pankartên "Dîsa jin dîsa jiyan" , "Aştî azadî û jiyan", "Ji bo aştiyekê tu jî tevli bibe" , "Agirê daristanan polîtîke", "1'ê Îlonê aştiye", "Jin jiyan azadî" hilgirtin. Di mîtingê de parlementerên Amedê û yên herêmên amade bûn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Giştî Çigdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Kongreya Civak a Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên (HDP) yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan û gelek kes amade bûn. Bi hezaran kesên li vir kom bûn li dijî şer dengê xwe bilind kirin û aştî xwestin.


