Berxwedaneke bêdeng lê bi hêz
Carinan dîroka gelekî ne li meydanên mezin, lê di metbexa dayikekê de, di baxçeyê wê de û di peyvên yekem ên ku ji zarokên xwe re dibêje de tê nivîsandin.

Brûsk Bagok
Milyonan kesên ku koçî Ewropayê kirine, çîrokeke hevpar heye; dema ku ji bo avakirina jiyaneke nû têdikoşin hewl didin bêhna welatê xwe, dengê xwe û çanda xwe jî biparêzin. Hin kes bi demê re ji welatê xwe dûr dikevin, lê hin kes jî tevî hezaran kîlometreyan dûrî, welatê xwe di dilê xwe de dihêlin. Halîme Temel, ku zêdetirî sî salan e li Almanyayê dijî, yek ji van kesan e.
Ji bo wê, Kurdistan tenê ew erd nîne ku lê hatiye dinyayê. Kurdistan zimanê ku pê diaxive ye, nanê ku dipêje ye, her tovê ku di baxçeyê xwe de diçîne ye, her çîroka ku ji zarokên xwe re dibêje ye û her peyva Kurdî ya ku hînî nevîyên xwe dike ye. Jiyana Dayika Halîme mînakeke xurt e ku nîşan dide gurbet ne mecbûr e mirovan ji rihên xwe qut bike.
Baxçeyek ji bo bîranînan
Bi ronahiya yekem a sibehê re, Dayika Halîme diçe baxçeyê xwe. Destên wê bi axê re têkildar dibin. Tematî, bîber, bacincan, fasûlye, xiyar û gelek sebzeyên din bi kedeke mezin tên mezin kirin. Ji bo wê ev baxçe tenê cihê çandinê nîne; cîhaneke biçûk e ku zaroktiya wê, gundê wê û axa bereketdar a Kurdistanê zindî dihêle.
Dema demsalê tê, gûz tên berhevkirin. Pekmez tê pijandin. Sucûka gûzê û bastiq tên amadekirin. Salçe, sebzeyên hişkkirî, tirşî û xwarinên kevneşopî jî bi destên xwe amade dike. Her berhem şahidê bêdeng ê çandeke ye ku ji borî heta îro hatiye. Her ked mîrateyek e ku ji nifşên paşerojê re tê hiştin.
Ziman wek xezîne
Halîme Temel di nav mala xwe de jî heman baldariyê nîşan dide. Bi zarok û neviyên xwe re heta ku dikare bi Kurdî diaxive. Li gorî wê, zimanê dayikê xezîneya herî mezin a gel e. Dema ku ziman winda bibe, bîr û çand jî hêdî hêdî lawaz dibin û diqedin. Ji ber vê yekê li mala wê bi Kurdî axaftin ne tenê hilbijartinek, lê erkek e.
Bang li hemû dayikan
Dayika Halîme ev yek bi van gotinan rave dike:
"Em jinên Kurd li ku derê bin jî, heke me parçeyek ax hebe, em jiyanê ji nû ve ava dikin. Em tovê diçînin, sofraya xwe amade dikin û çanda xwe diparêzin. Ji ber ku em gelekî afirîner û hilberîner in. Çanda me pir kevn û pir dewlemend e. Heke em xwedî dernekevin, ne zarokên me û ne jî neviyên me dê van nirxan nas bikin."
Li gorî wê, çand tenê cil û bergên ku di şahiyan de tên lixwekirin an jî stranên ku di rojên taybet de tên gotin nîne. Çand di her kêliyê jiyanê de heye. Di zimanê ku dayik bi zarokê xwe re diaxive de, di xwarina ku li ser sofrayê datîne de, di çîrokan de, di lorî û dengbêjiyê de û di tovên ku di axê de diçîne de dijî.
Halîme Temel bi taybetî bangek e girîng li dayikan dike:
"Her dayik mamosteya yekem a zarokê xwe ye. Zarok peyvên xwe yên yekem ji dayika xwe hîn dibe. Heke dayikan bi zimanê xwe neaxivin zarok jî wê zimanê hîn nabin. Ji ber vê yekê bang li hemû dayikan dikim; bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Çanda xwe ji wan re rave bikin. Kî ne em û ji ku derê hatine, hînî wan bikin. Ji ber ku gelê ku zimanê xwe winda bike, bi demê re bîra xwe jî winda dike."
Rehên xwe jibîr neke
Dayika Halîme ku zêdetirî sî salan li Almanyayê dijî, bi rêz û hurmet li qanûn û civaka welatê ku lê dijî jiyana xwe didomîne. Lê dibêje ku ev ne wateya jibîrkirina nasnameya xwe ye. Li gorî wê, mirov dikare bi civaka ku tê de dijî re ahengdar be, lê ne hewce ye ku ji rehên xwe dev berde. Ji ber vê yekê, wê gelek qîmet dide ku neviyên wê hem bi Almanî hem jî bi Kurdî biaxivin.
Çîroka jiyana Halîme Temel, di rastiyê de çîroka hezaran jinên Kurd ên ku li çar aliyên Ewropayê dijîn e. Berxwedaneke bêdeng lê bi hêz... Ne bi sloganan, lê bi ked, bi hilberandinê, bi mezin kirina zarokan, bi xebitandina axê û bi zindî ragirtina zimanê dayikê tê dayîn.
Çand dikare li her der bijî
Îro her fîdeya ku di baxçeyê Dayika Halîme de mezin dibe, her sebzeya ku qurutî dike, her sucûk û bastiqa ku çêdike û her nanê ku dipêje, tenê hilberek nîne. Her yek ji wan nîşaneyeke eşkere ye ku çanda Kurdî li Ewropayê hîn jî dijî û didome.
Ji ber ku carinan dîroka gelekî ne li meydanên mezin, lê di metbexa dayikekê de, di baxçeyê wê de û di peyvên yekem ên ku ji zarokên xwe re dibêje de tê nivîsandin.
Halîme Temel jî zêdetirî sî salan e ku li Almanyayê tam ev tişt dike. Bê ku rehên xwe jibîr bike, paşerojê mezin dike; ziman, çand û nasnameya xwe wek mîras ji zarok û neviyên xwe re dihêle. Çîroka wê ne tenê çîroka dayikekê ye, lê çîroka hevpar a hemû malbatên koçber ên Kurd e ku dixwazin çanda xwe zindî bihêlin.


