Li Amedê Tesîsên Civakî ya Hamravatê di xizmeta gel de ye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tesîsên Civakî ya Hamravatê ku xizmeta xwarinê dike, bi merasîmekê vekir.

•
1 deqe xwendin
Li Amedê Tesîsên Civakî ya Hamravatê di xizmeta gel de ye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Rezanê ya Amedê Tesisên Civakî ya Hamravatê ku xizmeta xwarina erzan û paqij dike, bi merasîmeke girseyî vekir. Rêveberiya DEM Partiyê û DBPê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, hevşaredarên navçeyên Amedê, nûnerên saziyên sivîl, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatiyên Amedê tev li merasîmê bûn. Di destpêka merasîmê de beşdaran li ber stranan û erbanêyan govend gerand.

Parlamentera DEMê Edalet Kaya û Hevşaredar Serra Bucak li vir axaftin kirin û anî ziman ku ew dixwazin gel ji xwarina erzan û paqij sûdê bigire.