YJÊR Cejna Cimayê pîroz kir: ‘Jin mifteya parastina bîr û çandê ne’
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi wesîleya Cejna Cimayê peyamek da û cejn li tevahiya civaka Êzidî ya li Rojava, Şengal û cîhanê pîroz kir; YJÊRê bal kişand ser rola pêşeng a jinan a di parastina bîr, çand û nasnameya qedîm de û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiya herêmê.

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (YJÊ-Rojava), bi boneya hatina Cejna Cimayê (Cejna Hecê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û vê cejna pîroz li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir.
Di daxuyaniyê de Cejna Cimayê di serî de li Êzidiyên li Rojava, Şengal û hemû civaka Êzidî ya li seranserê cîhanê hat pîrozkirin û hêviya aştî, aramî û yekîtiyê ji bo tevahiya gelên herêmê hat anîn ziman.
‘Rola jinê di parastina bîr û nasnameyê de sereke ye’
YJÊ-Rojava di peyama xwe de bal kişand ser nirxên dîrokî û çandî yên vê cejnê û destnîşan kir ku Cejna Cimayê di parastina mîrate û reseniya baweriya Êzidiyan de xwedî cihekî stratejîk e. Di peyamê de bi taybetî işaret bi rola pêşeng a jinên Êzidî hat kirin û hat diyarkirin ku jin di veguhastin û zindîhiştina bîr, bawerî û nirxên çandî yên ber bi nifşên nû de mifteya esasî ne.
Cejna yekitî û hevgirtina civakî
Cejna Cimayê ku her sal li perestgeha Laleşa Nûranî bi awayekî pîroz tê lidarxistin, yek ji giringtirîn boneyên olî yên civaka Êzidî ye. Di vê hefteya pîroz de Êzidiyên ji çar aliyên cîhanê li Laleşê li hev dicivin, rîtuelên xwe yên baweriyê pêk tînin û serdana mezarên pîroz dikin.
Merasîma cejnê ku hefteyekê dewam dike weke qadeke ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û parastina mîrateya olî û çandî tê dîtin.


