Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê aşkera kir û serdema nû da destpêkirin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê

Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê aşkera kir û serdema nû da destpêkirin. Li gorî bernameyê meha îlonê dê 5 lîstikên mêvan, stend-up, lîstikeke Şanoya Bajêr a Amedê û Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê nîşandan. Di nava lîstikên mêvan de 2 lîstikên Şanoya Dihokê yên bi navên “Derwêş an Gudû” û “Kulav û Peyk” jî dê bên lîstin.

Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê wiha ye:

5’ê îlonê saet 19.30’an: Derwêş yan Gudû - Şanoya Dihokê (Lîstika Mêvan)

6’ê îlonê saet 19.30’an: Kulav û Peyk - Şanoya Dihokê (Lîstika Mêvan)

8/9’ê îlonê saet 19.30’an: Dek û Dolabên Scapen - Şanoya Bajêr a Amedê

15/16’ê îlonê saet 19.30’an: Dek û Dolabên Scapen - Şanoya Bajêr a Amedê

20’ê îlonê saet 19.30’an: Kêm - Şemola Performans

21’ê îlonê saet 19.30’an: Bûka Lekî - Şemola Performans

22’yê îlonê saet 19.30’an: Mem û Zîn - Şemola Performans

23/24’ê îlonê saet 20.00’ê: Vik û Vala - Erdal Kaya, Stand-Ûp

27’ê îlonê /1 cotmehê saet 19.30’an:8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê