Bang ji bo Şehba û Helebê li NY'yê hat kirin

Dorpêça hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike. Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û alîkarî bikevin herêmê.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Bang ji bo Şehba û Helebê li NY'yê hat kirin

Dorpêça hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike. Hikumeta Şamê nahêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û alîkarî bikevin herêmê. Xelkê wan herêman bi taybet piştî erdheja 6`ê sibatê, di nava şert û mercên dijwar de dijîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rêbazan hewl dide ku alîkariyê bigihîne xelkê wan herêman lê belê hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dike.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem El Îbrahîmê têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Meryem El Îbrahîm destnîşan kir ku rewşa mirovî li herêmên dorpêçkirî zehmet e û got: “Her kes dizane ku li Şehbayê kampên koçberan hene, dorpêç êşa koçberan girantir dike. Rewşa li Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd trajîk e. Hikumeta Şamê tenê derdê wê parastina destilatdariya xwe ye.”

Meryem El Îbrahîmê bal kişand ser Rêveberiya Xweser ruxmî derfetên xwe yên kêm amade ye piştgiriyê bidevan herêman û wiha dom kir: “Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan tê astengkirin. Rêveberiya Xweser hewldanên xwe ji bo rakirina dorpêçê didomîne.”

Meryem El Îbrahîmê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku rewşa wan herêman bibîne û şandeyeke navneteweyî bişîne wir da ku rewşa ji ber siyaseta hikumeta Şamê tên jiyandin, bişopîne û binrixîne.