Bakirhan: Li dijî tecrîdê zêdetir têkoşîn divê

Gera Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan a li Herêma Serhedê didome. Bakirhan îro jî li Wanê tev li civîna gel bû.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Bakirhan: Li dijî tecrîdê zêdetir têkoşîn divê

Gera Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan a li Herêma Serhedê didome. Bakirhan îro jî li Wanê tev li civîna gel bû. Bi sedan kesan Bakirhan û heyeta pê re li dervê Wanê pêşwazî kir û bi konvoyê ber bi navenda bajar ve ketin rê. Welatiyan bi îşaretên serkeftinê û dirûşmeyan konvoya ku Bakirhan di nav de pêşwazî kirin. Bakirhan, di civîna gel a li Parka Mûsa Anter de axivî. Bakirhan, bertek nîşanî astengkirinên di rê da qewimîn dan û wiha got: “Me ev pergal bi hev re nas kir ev dijminên gelê kurd in, ev ewên ku vîna gelê kurd tune hesibandine ne. Kesên li hemberî serokê navçeya partiyeke din amade dibin, dema hevserokê giştî yê partiya di parlamentoyê de partiya herî mezin a sêyemîn e di 10 deqîqeyan carekê GBT dikin û konvoya me disekinin, difikirin ku vîna gelê Wanê bişikînin. Girtîgeh, êşkence û GBT’yên we bi kêrî tiştekî nehatin. Vîna gelê Kurd nas bikin. Bi astengkirina vîna gelê Kurd tayînkirina karmendê dewletê nikarin ji holê rabikin.