
Kaniya Ava Sar
Mi go, zarokatî çi qas xweş e. Ez heta vî emrê xwe hê jî bêriya zarokatiya xwe dikim. Bê xem û bê sînor me têra dilê xwe jiyan dikir.

Mi go, zarokatî çi qas xweş e. Ez heta vî emrê xwe hê jî bêriya zarokatiya xwe dikim. Bê xem û bê sînor me têra dilê xwe jiyan dikir.

Ê dayika min, gelek mirîşkên wê hebûn, her yek bi cureyekê bû, hinek di nav wan de hêkên duzerik dikirin, seba wê jî dema mirîşkên cîranan kurk diketin, dihatin hêkên me ji xwe re dibirin

Min wisa dêhna xwe da wan masiyan, te digot qey masî nîn in, hinek pincar û kevza di nav golên genî de derxistine û anîne. Pîvaz, bexdenûs, lîmon, sîr hundirê wan masiyan tije kirine û hemû jî xav in

Dayika min ji apê xwe re got, apo, donê çermê bizina li malê heye, min ji zû ve ew helandibû, sewa rojên teng, hinek ji vî donê çermê bizinan di dora tekerên xwe de heta malê qet tiştek ji erebeya te nayê.

Dîsa destpêka havînê ye, kelekela germa havînê, pezê nîvro hatiye nav konan, hilkehilka wan mîh û bizinan gunehê merivan bi wan tê.

Dîsa rojekê dayika min pir ji bizina belek aciz bû, got; vê carê ez ê çavên xwe li bizinê bigerînim, ger ew dîsa were, ez ê bi kevirekî mezin wî stûyê wê bişikînim. Dayika min şîrê wê û yên mîhan tevlihev kir, agirek dada, beroşa şîr da ser agir, li ber agir rûnişt, kevçiyê dar da destê xwe, kevirek mezin danî kêleka xwe û li benda bizinê sekinî.

Hin heval û cînarên min jî çîroka min dizanin, her roj diçin û tên behsa wî ji min re dikin, wiha xweşik e, wiha dimeşe, wek xortan xuya dike, dike û dike. Cînara min jî gotibû, dema keça min zewicî, ez dixwazim xwarina daweta keça min tu çêbikî, min jî gotibû erê. Lê min nedizanî ew zava lawê birayê dildarê min ê berê bû...

Dema hûn porê xwe dişon û dikin çil gulî, ew gulî ji dûr ve wek stêrkan dibiriqe we wek tava li berbanga sibê nîşan dide, ji ber wê jî ti carê porê xwe nequsînin, li porê xwe xwedî derkevin.

Min got ez pir jêhatî bûm, min ev jêhatîbûnê ji dayika xwe girtiye, wê hemû tiştên di jiyanê de hînî min dikirin. Lewma ez ewqasî ji xwe bawer bûm. Tenê porê min ne wek porên hevalên min gur bû, porê min dirêj bû lê ne ewqasî, ez jî pesnê xwe bidim ku gur bû.
Em ji mêvanan gelekî hez dikin, ew mêvan kî/kê be deriyê me ji wan re her tim vekirî ye. Em dibêjin mêvan, mêvanên Xwedê ne. Paşê zirara wan hinekan digêhêje me yan na? Carina erê, carina jî na.

Li cem me, carna bayê biharê, havînê, payîzê û zivistanê hemû gemarên li der û dora me diavêje hin derên dûr. Ba ye, dilê wî kî alî bixwaze xwe bi wir ve li ba dike. Lê dema ba tê ez qet jê heznakim.

Dayika min her tim ji min re digot; Hevalên xwe yên heta roja dawiyê rind bibjêre. Ger tu wan hevalên xwe baş bibjêrî ew ên heta dawiya dawî li cem te bin, ne li pêşberî te.

Xweziya min bi demên berê, çiqas xweş bûn ew rojên borî. Hevalbendiyên me, gilî û gazinên me, ya herî baş jî bi hev re dilvekiyên me bûn.

Em li cihekî wisa dijiyan ku, ew jiyana me hemû di nava heywanan de, li zozanan û li çol û çiyayan derbas dibû. Ew jiyan piştî demekê pir xweş bû.

Di dema payiza derengî de em silk û kartolan ji zeviyan derdixin. Silkên ku em quçquçî dikin, bi erebeyên mezin ve dişînin cihê ku dibe şekir. Kartolan jî ji bo zivistana dereng ji xwe re dihêlin.

Beriya çendekî ez çûm dîtina hevala xwe ku mala xwe bar kiribû û çûbû gundekî ber çemê Erezê. Xatûnê ji min re pir hurmetkar bû, em herdu jî bi dîtina hev gelek bextewar bûn.
Dinya û alem ji xwe re bostanan çêdikin, em jî çavên xwe li du wan bostanan digerînin, gelo çima?.

Van rojên dawiya meha havînê germeke zêde li ser me heye. Di van rojên germ de em jî weke hemû gundiyên xelkê amedekariya zivistanê dikin.

Em gundî her tim der û dora xwe, mala xwe, tewle û gomên xwe paqij dikin, ne tenê mehê carekê her roj ev karê me ye.

Ev çendî çend sal e ez bi tena serê xwe dijîm. Mêrik zû de çûye aliyê din û tena serê xwe jiyan pir xweş e ji bo min.

Weke hemû heywanan, mirîşk jî li ser kurkê hêkan rûdinê, di navbera bîst û yek rojan de cûcikên xwe derdixe. Ew jî mezin dibin û li hevdu zêde dibin.

De cînara me di havîna çüyîn de çi zexîra ku ji bona zivistanê çêkiribû mêvana wê yekcar hemû anî li ber me danî.

Eva çendek e, mêvanek hatiye mala cînara min. Me bihîst ku mêvanek xerîb hatiye, em jî vala nesekinîn û em bi hevdu şêwirîn gelo em dikarin çawa mêvana cînara xwe bi kêfxweşî pêşbaziya wê bikin û...

Jinapa min a mezin, a ku ji hemû jintiyên xwe mezintir, jineke xwedî serpêhatî bû.