Masî
Min wisa dêhna xwe da wan masiyan, te digot qey masî nîn in, hinek pincar û kevza di nav golên genî de derxistine û anîne. Pîvaz, bexdenûs, lîmon, sîr hundirê wan masiyan tije kirine û hemû jî xav in

Em serhedî, hemû demên salê ji masiyan pir hez dikin. Zêdetir ji masiyên di nav rûn de qelandî hez dikin. Hûn ê niha bêjin çima? Hema wisa! Dema me li ser medyaya dijîtal de dît ku ew masî bi awayekî din jî tên çêkirin, bi rastî jî pir kêfa min jê re nehat. Wek ez masiyên xav dixwim, tama wan li gorî devê min nîn bû.
Ez behsa wan masiyan dikim ku di nav hilma germ de dipijin, ew ne li gorî min e. Di nav malbatê de masîxwir hene, ji her cureyên masiyan hez dikin. Ez ne wisa me, ez ji wan masiyan hez dikim ku li ser kozên agir, an jî di nav rûn de biqijirin. Ew tama devê min xweş dikin. Çend roj beriya niha, em li gel hinek hevalên me kom bûn, behsa masiyan hat kirin.
Hinekan got ez ji masiyan hez nakim, yê din, alerjiya min heye, yê din masiyên di nav rûn de qijirandî pir kolestrol wan heye, filan û bêvan. Welhasil, yekî rabû got; sibê ez ji we re masiyan çêdikim, hûn hemû jî mêvanê min in. Ez ê ji we re xwarineke masiyan wisa çêbikim ku, hûn ê heta hetayê ji bîr nekin. Ew roj serê sibê heta êvara dereng min pariyek nan neavêt devê xwe, sewa xatirê wan masiyan.
Bû êvar em li mala wan kom bûn, li ser sifrê hemû cureyên hêşînayiyan hene. Heta çendekê em li bendê sekinîn ha niha, ha gaveke din. Masî danîn ser sifrê. Min wisa dêhna xwe da wan masiyan, te digot qey masî nîn in, hinek pincar û kevza di nav golên genî de derxistine û anîne. Pîvaz, bexdenûs, lîmon, sîr hundirê wan masiyan tije kirine û hemû jî xav in, qet germ nebûne, ez ê çawa biqurtînim? Hundirê wan jî dernexistine, paqij jî nekirine, di ser de jî nepijiyane. Mêrik çûye masiyên herî biha standiye, ewqas pere daye wan lê nepijiyane û ne jî paqij in.
Jina mêrik jî yeke tu dibêjî qey di qesran de mezin bûye, got; ev çî ye? masî qet germ nebûne, min ji te re negot bila sor bibin, waye ew pîvazên di nav wan de qet çênebûne, wisa rûyê xwe tirş kir, qûna xwe berve sifrê kir, got ez nikarim van tiştên xav bixwim.
Mêrik jî wisa polîpoşman soro moro bû, dengê xwe nekir. Xuya bû ku mêrik wek xwestekên jina xwe diçû û dihat. Ji ber vê me nexwest di navbera wan de şerek derbikeve, me ji wan masiyên nepijiyayî re got hiiiiimmm pir xweş çêbûne, bi himehima me. Piştî demekê tenê dasiyên wan masiyan li ser sifrê man. Piştre em rabûn, me xwe gihand ber çemekî, di der û dora wî çemî de çiqas pincara em nas bikin û nasnekin çinî û xwar.
Heta sibetira dinê me her du çavên xwe nedan ser hev, sewa ku em jehrî nebin. Piştî wê demek pir dirêj min navê masiyan hilneda ser zimanê xwe. Niha difikirim, di rojek nêzîk de ez ê gazî wan bikim û ji wan re masiyên qelandî çêbikim. Di vî alî de jî pesnê xwe nadim lê ez ê çêbikim, dibe ku ew jin û mêr dîsa şer bikin lê ji min re çi? Ez bawer im ew ê li ser çêkirina masiyan ji hev jî biqetin, ji min re çi?


