Erebeya ga
Dayika min ji apê xwe re got, apo, donê çermê bizina li malê heye, min ji zû ve ew helandibû, sewa rojên teng, hinek ji vî donê çermê bizinan di dora tekerên xwe de heta malê qet tiştek ji erebeya te nayê.

Min di biçûkatiya xwe de gelekî ji ajotina erebeyên ga hez dikir. Erebeyên ga, tekerên wan nîvî text, nîvê din jî hesin bûn. Dema ew di rêyan de diçûn, em hemû zarok li pey direviyan û siwar dibûn, me lingên xwe ji jor de dadilaqand, benîştê qanûcê yê qemer di devê xwe de dicût, wisa bi eşqeke mezin, wisa bi kelecaneke mezin me kêfa xwe dikir.
Ew erebeyên ga, di hamû malan de bi kêrî hemû tiştî dihatin; pê giha dihat kişandin, mal bar dikirin çûyîn û hatina zozanan bi wan dikirin. Dema di rê de diçû tekerên wê li ser erdê dikir qirçeqirç. Ew dem rê hemû kevir bûn, di hevraz û berjêran de ew erebe dişimitîn. Çîroka wan deman naqede, ewqas çîrok û serpêhatiyên min hene li ser ajotina erebeyên ga.
Paşê em hêdî hêdî mezin bûn, dema em hinekî mezin bûn îca em maqul maqul lê siwar dibûn, lê tama siwarbûna wê dîsa jî pir xweş bû. Apekî dayika min hebû, sal duwanzdeh meh, bi wê ereba ga kar û barê xwe dikirin. Apê dayika min bi ereba ga ve diçû û dihat, apê min jî bi erebeke mezin ve mazot ji welatên din dianî. Wexta ew dihat, ereba xwe li ber avê disekinand, hemû zarokan jî dişûştin, dema dihat şûştin rengê wê ereba apê min ku di rêyan de reş bibû, derdiket holê, wek eynikê dibiriqî. Zarokan hêza xwe ne girtin, ji apê dayika min pirsîn ku em ereba wî ya ga jî bişon?
Apê dayika min got; naaa, ev erebe ne ya şûştinê ye, hemû derên wê text e, dema av lêkeve paşê wê textên wê biwerimin, dû re ji hev derkevin û wê xera bibe. Apê dayika min dît ku nikare xwe ji xwestekên zarokan xelas bike, got erê, tenê tekerên erebê bişon, destê xwe nedin cihên text.
Qîje wîja dengê zarokan kete nav hev, apê dayika min ti gotinek ji wan re negot. Ew mêrik mêvandarî hatiye mala me, li ser xatirê dayika min nikarîbû ji wan zarokan re tiştekî bibêje, lê çavê wî tim li zarokan bû.
Di navberê de demek dirêj derbas bû, dayika min ji apê xwe re goşt û birinc, xoşav, mastê gamêşa reş û mastê mîhan ve ew serbilind kir. Ber êvarê bû, me dî zarok hatin ber konê me sekinîn, wisa tu dibêjî qey di nav dûmana komirê de mane, tenê dora zîpika çavên wan spî xuya dike. Hemû jî wek qijikan reş bûne. Apê dayika min got; min ji we re negot, tekerê ereba min hemû mazot û zîft e? We guh neda gotinên min, niha ew tekerê ereba min jî bê rûn, mazot û zift naçe, ez ê çawa vê ereba hanê heta malê bibim?
Feqîrê apê dayika min li hatina xwe ya mêvandariyê pol û poşman bû. Dayika min rabû, ji apê xwe re got, apo, donê çermê bizinan li malê heye, min ji zû ve ew don helandibû, sewa rojên teng, hinek ji vî donê çêrmê bizina di dora tekerên xwe de heta malê qet tiştek ji ereba te nayê.
Mêrikê feqîr bêdilî ew don li dora tekerên erebeya xwe da, hinek bi vir de û bi wê de, erebe bi rê ve çû. Ew jî şaş ma; gelo çawa donê çêrmên bizinan rûnê zift jê dibe? Heta ku apê dayika min li wê kêrtê qulibî, çavên xwe ji rê veneqetand. Piştî çend rojên din, apê dayika min vê carê bi hespê xwe ve hat. Ji dayika min re got; te ew donê ji çermê bizinan çawa çêkir, ji min re bibêje ez ê jî çêbikim. Ew û dayika min li ber hev rûniştin, ketin nav gotûbêjan, de nizanim, şêwra wan gelekî kûr û dirêj bû. Ew zarok jî careke din negotin em ê ereba ga bişon, ji ber ku çend rojan ew qîr û qetrana ji zarokan derneket. Ez hê jî ji erebeyên ga hez dikim....


