Motika mirîşkê
Ê dayika min, gelek mirîşkên wê hebûn, her yek bi cureyekê bû, hinek di nav wan de hêkên duzerik dikirin, seba wê jî dema mirîşkên cîranan kurk diketin, dihatin hêkên me ji xwe re dibirin

Ne tenê ez, hemû jinên kurd (ne mêrên kurd) dizanin motik çî ye. Wexta ku li ber her deriyek mala kurdan hinek mirîşk hebin, kebaniya malê, yan jî jina malê, dizane kîjan mirîşk wê di nava salekê de çend heb hêkan bike. Lewma ew her roj di holîtka mirîşkan de, piştî komkirina hêkan, ew tenê hêkekê di bin mirîşkê de dihêlin ku seba mirîşk her roj hêka bikin.
Ev fikir ji cem kê derketye nizanim lê mirîşk bê navber, sal û duwazde mehan, her roj hêkan dikin, heta ku kurk dikevin paşê dev ji hêkkirinê berdidin. Ê dayika min, gelek mirîşkên wê hebûn, her yek bi cureyekê bû, hinek di nav wan de hêkên duzerik dikirin, seba wê jî dema mirîşkên cîranan kurk diketin, dihatin hêkên me ji xwe re dibirin, carinan ew hêk di bin mirîşkên cînaran de xera dibûn, carinan jî yek an jî du heb derdiketin, ew jî dibûne dîk.
Carinan ji dayika min gazinan dikirin, digotin; te ew hêkên xwe yên du zerik bê dilê xwe daye, lewma mirîşkên me li wan xwedî dernakevin, ew kên te ji hêkên xwe cuda dikin, carinan jî kurkê dûr dixin, filan û bêvan. Dema wisa dibû, dayika min jî gelekî aciz dibû ji ber van gotinan. Mesela hêkên du zerik dayîn û ne dayîna cînaran mesele dirêj dikirin û carana jî ji hev dixeyidîn. Her sal mesele wisa derbas dibû.
Mesela motika mirîşkê jî carinan wek mesela kurka mirîşkan dibû. Birayê me yê herî biçûk, dayika min jê re digot; eva jî motika min e, eva jî kevçiyê bin beroşê ye, ewqas nav lê dikir ku birayê min ji ber van gotinan aciz dibû. Digot; dayê, ne te ji hêka di bin mirîşkêran re digot motik, tu çima vî navî li min dikî?
Hemû hevalên min bi navê min gazî min nakin, ew dibêjin motika mirîşkê bi vir de were, wê de here. Ez naxwazim ti careke din ji min re bêjin motik. Ji ber van gazinên birayê min, dayika min jî vegeriya, hinekî çavên xwe gerand, çavên wê li çavên bavê min ketin, got; bila dilê te neêşe, vê carê jî bila bavê te bibe motika mirîşkê.
Li ber derê me ewqas jinên cînaran rûniştine, hemûyan li çavên hev mêze kirin û di bin çenga xwe de keniyan. Vê carê jî bavê min hêrs bû û got; tenê motik mabû, te ew jî bi min ve kir, çavên te ronî, ez ewqasî li ber çavên te biçûk û tune me, ez bûm hêka motikê jî. Dayika min jî ji dilê xwe yê paqij got; naa ez heyrana te, seba berxikê me yê biçûk aciz nebe, min jî got ez dilê wî xweş bikim, ew dem jî tu li ber çavên min ketî, min ji te re got, di dilê min de xerabî tune bû ku tu ewqas aciz bûyî, waye destê xwe li sîngê xwe dixî, barebara te ye. Bavê min ê belengaz, ji ber hezkirina dayika min dengê xwe birî û ji wir dûr ket.
Hindik mabû motika mirîşkê bibûya sebeba şerekî mezin. Mesle naqedin. Meseleyên motikan jî qet naqedin....


