Kaniya Ava Sar
Mi go, zarokatî çi qas xweş e. Ez heta vî emrê xwe hê jî bêriya zarokatiya xwe dikim. Bê xem û bê sînor me têra dilê xwe jiyan dikir.

Mi go, zarokatî çi qas xweş e. Ez heta vî emrê xwe hê jî bêriya zarokatiya xwe dikim. Bê xem û bê sînor me têra dilê xwe jiyan dikir. Di zozanan de, di nava hemû cureyên heywanan de kêfa ku me dikir, ez bawer nakim ku zarokên vê demê bijîn. Belkî li hinek deveran hebe, lê telefon tune bû, TV tune bû, tenê radyo hebû, ew jî mezinên me guhdarî lê dikirin. Min ew qas ji radyoyan fam nedikir, min nedizanî ka behsa çi dikin. Tenê mezinên malê ji me re digotin hiş bin, niha em ê li radyoyê guhdarî bikin. Em bi wan dikeniyan ji ber ku me qet fam nedikir ka çawa guhdarkirina li radyoyê ji bo wan ew qasî meseleyeke mezin e. Ew li dora wê radyoyê kom dibûn, me zarokan jî lîstik li lîstikan zêde dikirin.
Ava kaniya li paş malên me pir sar e, havînê wekî cemedê ye, payiz û zivistanê jî hênik e. Min carê jê fam nekir ka gelo çima wisa ye. Lê her roj em li ser wê kaniyê dema xwe derbas dikin. Kaniya ava sar ji bo me wekî hola cureyên lîstikan bû. Ger em birçî nebûna, me tu carê dev ji lîstika li ser ava sar bernedida.
Heta ku dayikên me bi dengekî bilind gazî dikirin, me bi lez zikê xwe têr dikir û careke din berê xwe dida ser ava sar. Îcar kurê meta bavê min, di emrê me de bû, ew ne wekî me bû, emrê wî biçûk bû, lê xwe wekî xortekî nîşan dida, her dem ji me re digot; êdî bes e, hûn her roj heta êvarê li ser vê ava sar dilîzin. Hinekî mezin bibin, herin ber berxan, ber pez, ber dewaran, ev çi qirevira we ye her roj serê me gêj dike. Carinan jî digot, tenê rojê carekê werin, kêfa xwe bikin û herin, ne ku heta êvara dereng hûn li ser vê avê lîstikan bilîzin, ez ji we aciz dibim filan û bêvan.
Lê me tiştek ji wî fam nedikir heta ku keçika apê min kire qîjînî û ber bi malê ve reviya. Paşê me fam kir ku ji keçika apê min re gotiye; werê em bizewicin, bila zewaca me li ser vê ava sar pêk bê, tu bibe jina min ez jî mêrê te, keçik ji van gotinên wî tiştekî fam nake, lê dema ku destê keçikê digire û ber bi xwe ve dibe, keçik dike qîjînî.
Keçika apê min çû malê, ji tirsan ji kesekî re tiştek negot. Me jê re got; tu li bendê be, em ê heyfa te hildin. Aqilê zarokatiyê wê çiqas bixebite gelo? Sibetira din me ji lawik re got ka were em hemû li dora ava sar kom bibin, bila hemû kes destên xwe bikin nava avê, ger destên kê dereng cemidîn em ê keça metê bixapînin û bînin cem wî.
Wî got, belê, ez heme. Me hemûyan destên xwe xistin nava ava sar, tenê demeke bêhnvedanê destên me cemidîn, lê wî mêrantiya xwe danexist, piştî demekê me dît ku wa ye rûyê wî jî dicemidiye, xwest ku destên xwe derxe, me got naaa, ger tu bixwazî bibî mêr, em ê bibînin ka tu çi qasî qewîn î.
Virde û wêde, aqilê zarokatiyê, me dî, wa ye rengê rûyê wî diqerime, em tirsiyan, me destên wî ji nav ava sar derxistin, her yekî ji me dor bi dor di nava destên xwe de miz dan, hinekî germ bû, rengê wî jî baş bû, lê em pir tirsiyan wekî destên wî bicemidiyana û nexwaş biketa em ê pir li ber xwe biketana. Paşê me jê re got, careke din wan fikrên nebaş di serê xwe de mezin neke û keça apê me jî metirsîne. Piştî wê demê, wekî me dîsa bû zarok, biaqil bû, hişê wî hat serê wî. Ew kaniya ava sar bûye mijara gelek çîrokan...


