Asayişa PDK’ê nûçegîhanên Kanal 8’ê binçav kirin

Asayişa PDK’ê Rojnamegerên Kanal 8’ê ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dişopandin, binçav kirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Asayişa PDK’ê nûçegîhanên Kanal 8’ê binçav kirin

Asayişa PDK’ê Rojnamegerên Kanal 8’ê ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dişopandin, binçav kirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Asayîşa PDK’ê ji ekîba Kanal 8’ê nûçegihan Nijyar Muhammed, kameravan Behez Akreyî û ajokar Hawar Yûsûf binçav kirin. Têkildarî binçavkirina rojnamegeran tu daxuyanî nehatin dayîn. Hat diyarkirin ku rojnameger birine Midûriyeta Polîsan a Dihokê.