Artêşa tirk li Sîdekan êrîşî wesayitekê kir
Êrîşên dewleta tirk ên li Qadên Parastina Medyayê berdewam dikin.

Êrîşên dewleta tirk ên li Qadên Parastina Medyayê berdewam dikin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) daye, artêşa tirk li gundê Dadîniye yê herêma Biradost a navçeya Sîdekan a Hewlêrê bi balafirên şer bombe li wesayitekê barandiye.
Der barê encamên êrîşê de agahî nehatin bidestxistin.
Her wiha ji ber liv û tevgera balefirên şer gundiyên herêmê nikarin xwe nêzî qada êrîş lê pêk hatiye bikin.


