Artêşa tirk derdora Til Rifetê topbaran dike

Artêşa tirk ji duh ve êrîşên xwe yên ser herêma Şehbayê zêde kirine.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Artêşa tirk derdora Til Rifetê topbaran dike

Artêşa tirk ji duh ve êrîşên xwe yên ser herêma Şehbayê zêde kirine. Piştî ku duh ber êvarkî gelek gund û deverên herêmê hatin topbarankirin, îro jî derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê tê topbarankirin. Li gorî agahiyên malpera ANHA’yê topbaran berdewam dike û balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk berê jî gelek caran herêma Şehbayê ji xwe re wekî hedef û armanc nîşan daye. Her wiha hêjayî gotinê ye ku xelkê ji Efrînê hatin koçberkirin li vê herêmê bicih bûne. Dewleta tirk bi behaneyên cuda gefan li vê herêmê dixwe û dixwaze wê deverê jî bixe bin kontrola xwe û ya komên çekdar ên girêdayî xwe.