Artêşa tirk çiyayê Metîna bombebaran kir

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Qadên Parastina Medyayê didomin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Artêşa tirk çiyayê Metîna bombebaran kir

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Qadên Parastina Medyayê didomin. Li gorî nûçeyeke ku Rojnewsê daye, artêşa tirk li navçeya Amediyê ya Duhokê rêze çiyayên Metîna bi helikopter û çekên giran bombebaran kiriye.

Der barê xesarên êrîşê de tu agahî nehatin parvekirin.