Amerîkayê karwaneke wesayîtên ku çek dibirin Sûriyeyê bombebaran kir

Di saetên dereng ên şeva borî de koma Muqawemey Iraqê bi dronan êrîşî baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbar a Iraqê kir.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Amerîkayê karwaneke wesayîtên ku çek dibirin Sûriyeyê bombebaran kir

Di saetên dereng ên şeva borî de koma Muqawemey Iraqê bi dronan êrîşî baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbar a Iraqê kir.

Li gorî medya Iraqê danê siharê karwanek wesayîtên barghilgir ên ser bi hêzên çekdar ku ji Bexdayê ber bi Enbar û ji wir jî wê çûbana Suriyeyê, hatiye bombebaran kirin. Ji ber êrîşê hemû wesayîtên barhilgir ku tê gotin teqemenî hilgirtibûn, teqiyane û tine bûne.

Li gorî medya Iraqê wesayîtên barhilgir girêdayî koma Hizbulahê bûn û li ser rêya navnetewî ber bi Enbarê diçûn û ji wir jî diçûn Suriyeyê.

Çavkaniyê ragihand ku êrîşa li ser wesayîtên barhilgir, ji aliyê Amerîkayê ve hatiye pêkanîn.