Amediyan afîşên Bahçelî qebûl nekir

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku polîtîkayên faşîzane yên li dijî kurdan diafirîne û kurdan înkar dike wê di 13’e mijdarê de li bajarê bakurê Kurdistanê Xarpêtê mîtîngek li dar bixê.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku polîtîkayên faşîzane yên li dijî kurdan diafirîne û kurdan înkar dike wê di 13’e mijdarê de li bajarê bakurê Kurdistanê Xarpêtê mîtîngek li dar bixê. Tevî ku mitîng li Xarpêtê ye jî wêneyên Bahçelî û agahiyên der barê mitînga wî de li gelek deverên Amedê di bîllboardan de hatine daleqandin.

Amediyên ku li dijî vê rewşê bibertek in, gelek afîşên Bahçelî yên li bajar çirandin.