Agirê Ozgur Ulkeyê 29 sal in dişewitîne

Rojnameya Ozgur Ulkeyê ku berdewamiya kevneşopiya Çapemeniya Azad e û gava yekem a wê di 22'ê Nîsana 1990'î de hat avêtin, navenda wê ya li Cagaloglûya Stenbolê û buroyên wê yên li Kadirga û Enqereyê...

•
4 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Agirê Ozgur Ulkeyê 29 sal in dişewitîne

Rojnameya Ozgur Ulkeyê ku berdewamiya kevneşopiya Çapemeniya Azad e û gava yekem a wê di 22'ê Nîsana 1990'î de hat avêtin, navenda wê ya li Cagaloglûya Stenbolê û buroyên wê yên li Kadirga û Enqereyê di şeva 2'yê Kanûnê de ya ber bi 3'yê Kanûna 1994'an vebi awayekî hevwext hatin bombekirin. Di vê êrişa bombeyî de xebatkarê veguhestina rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkarên rojnameyê jî birîndar bûn. Rojnameya Ozgur Ulke ya ku tevî vê êrişê jî kevneşopiya Çapemeniya Azad berdewam kir, roja din bi manşeta "Ev agir dê we jî bişewitîne!" derket.

Rojnameya Ozgur Ulke, di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de ya 3 roj beriya êrişê hat çêkirin de hedef hat girtin û ji bo wê wiha hat gotin: "Divê ji holê bê rakirin." Belgeya bi nîşaneya "Veşartî" ya bi îmzeya serokwezîra wê demê Tansu Çîllerê ku di çenteyê wê de "lîsteyên mirinê" û "yên bên tunekirin" hebûn, 15 roj piştî êrişê ji aliyê Rojnameya Ozgur Ûlke ya bombebarkirî ve hat weşandin.

Di belgeyê de ku navê Rojnameya Ozgur Ulkeyê tê de hebû, rasterast ev tişt hatibûn gotin: “Çalakiyên organên çapemeniyê yên ku piştgiriyê didin çalakiyên cudaxwaz û wêranker, di van demên dawî de eşkere li dijî bekaya dewletê û nirxên manewî yên dewletê veguherîne êrişekê. Ev xetereya girîng a li ser yekparebûna milet û welat li holê ye û ji bo berterefkirina vê gefê gelek kesan serî li Wezareta Dadê daye. Divê sedemên bi awayekî çalak yên nepêkanîna hiqûqê bên diyarkirin û tevdîrên jiholêrakirinê bên girtin..."

Berdevkê Hikûmetê yê wê demê Yildirim Aktûna ku di daxuyaniya xwe ya der barê êrişê de gotibû ku ew fermana "berterefkirinê" wekî fermaneke xwezayî pêşwazî dikin û der barê bombebarana rojnameyê de jî wiha gotibû: û “Em wiha difikirin ku ev kes ji bo Tirkiyeyê bitengijînin, xwe bi xwe bombe bi xwe de teqandine."

Rojnameger, nivîskar û Midûrê Nûçeyên Cîhanê yê Rojnameya Ozgur Ulkeyê Huseyîn Aykol ku şahid û mexdûrê serdemê ye û ji edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Hîcran Ûrûnê bombekirina Ozgur Ulkeyê û têkoşîna Çapemeniya Azad a li dijî êrişan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.

Aykol anî ziman ku di sibeha 3'yê Kanûna 1994'an de rastî avahiya rojnameyê ya bombebarkirî hatine û wiha got: "Me Ersîn li wir winda kir. Hevalên me yên qata sêyemîn birîndar bûn. Yên ku bi derfetên xwe karibûn ji avahiyê derkevin jî hebûn. Çendî polîsan ên birînên wan xedar rakirin nexweşxaneyê jî, lê kesên ku birînên wan giran bûn bi bêşermiyeke mezin binçav kirin. Dema ez wekî her carê serê sibê saet di 07.00’an de hatim avahiyê, haya min ji van hemû geşedanan tune bû, hê jî dûman ji avahiyê derdiket. Kesek ji rojnameyê tune bû. Her wiha dema min rewşa avahiyê dît, bi xemgîniyeke mezin çûm kovara HEDEF'ê ku ez edîtorê wê bûm û min manşeta kovarê guherand. Min bombekirina Ozgur Ulkeyê xist bergê kovarê û kovarê ji bo çapê amade kir. Telefona kovara me lêxist. A digeriya Gultan Kişanak bû. Ez çûm navnîşana ku wî got û me rojnameyeke çarrûpelî çêkir û ew şand çapxaneyê."

Aykol anî ziman ku piştîbombekirina Ozgur Ulkeyê tevneke mezin a hevgirtinê derketiye holê û got: “Hin kovarên welatparêz û sosyalîst digotin, 'Heta hûn li avahiya xwe dest bi xebatê bikin, em weşana xwe radiwestînin. Ev buro di xizmeta we de ne.' Bi rastî em bi rojan di buroyên wan de xebitîn. Her wiha hinek rewşenbîr komputerên xwe anîn van buroyan. Hin rojnameger ji rojnameyên rojane ku lê dixebitîn nûçe anîn. Di wan rojan de nûçeyên ajansan bi teleksan serwîsî rojnameyan dihatin kirin. Ew rûpelên teleksê yên navborî dianîn. Mînak, min nûçeyên cîhanê ji wir dibijart û dinivîsand. Gelek rewşenbîran nameyên hevgirtinê anîn ku di rojnameya me de bên weşandin. Ji bo hişyarkirina raya giştî hin rewşenbîr li Taksîmê bi awayekî sembolîk rojnameyê firotin. Yanî di roja ewil de komeke derket holê ku ji manşeta 'Ev agir dê we jî bişewitîne!' fêm kiribûn û nedixwestin dor bê wan. Ez wiha difikirim ku ev nêzîkatiya hevgirtinê ku piştî bombekirina Ozgur Ulkeyê kir ku rojname bênavber derkeve, yek ji mezintirîn çalakiy