Agir bi zeviyan ket: 6 welatî mirin

Şevê din, li gundên girêdayî navçeya Çinarê ya Amedê û gundên girêdayî naçveya Şemrexa Mêrdînê agir bi zeviyan ket. Agirê şevê din bi zeviyan ket, di demek kurt de belav bû.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Agir bi zeviyan ket: 6 welatî mirin

Şevê din, li gundên girêdayî navçeya Çinarê ya Amedê û gundên girêdayî naçveya Şemrexa Mêrdînê agir bi zeviyan ket. Agirê şevê din bi zeviyan ket, di demek kurt de belav bû. Di şewata li gundan de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn û Rihayê.

Hat zanîn ku li van gundan şewat-agir hatiye kontrolkirin û xebatên vemirandinê didomin.