Abdullah Ocalan: Dane nîşan didin ku Tirkiye bi Proto Îsraîlê ve girêdayî ye
Di 7′ê Cotmehê de tevgera Hemasê êrişî Îsraîlê kir, di encamê de bi sedan leşker û sivîlên li Îsraîlê hatin kuştin.

Di 7′ê Cotmehê de tevgera Hemasê êrişî Îsraîlê kir, di encamê de bi sedan leşker û sivîlên li Îsraîlê hatin kuştin. Li beramber wê jî Îsraîlê bersiva êrişên Hemasê bi tundî bersivandin û heta niha nêzî 12 hezar filistînî hatine kuştin û birîndarkirin. Rayedarên dewleta tirk a faşîst ku komkujiyên li dijî kurdan û dîroka xwe ku zemînek ji bo avakirina Îsraîlê peyda kir ji bîr kirin, li ser êşa gelê Xezayê geriyan.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di beşa 7`an a parêznameya xwe ya 5`emîn “Parastina kurdên di Nava Pençên Qirkirina Çandî de” wiha behsa rola dewleta tirk di damezrandina dewleta Îsraîlê de dike:
"Împaratoriya Osmanî nûnerê herî mezin û dawî yê hegemonya Îslamî bû. Pêşî bi hegemonya Bîzansê re, paşê bi hegemonya Xaçperestan a Ewrûpayê ya Habsbûrga Awusturyayê serê wê dikişand, wekî din ji bo Çartiya Rûsyayê ji Bakur ber bi Başûr ve belav nebe, herî dawî jî li dijî hegemonya Ingilîz bi tevahî şeşsed salan şer kir û di dawiyê de hilweşiya. Me timûtim hewl daKomara Tirkiyê ya ji nava xirbeyên wê derket, analîz bikin. Yên hilweşîna Împaratoriya Osmanî bi hevgirtina wê ya bi Elmanyayê ve girê didin dixapin. Elman bi ser biketana jî împaratorî wê dîsa ji hev belav bibûna. Mirov dikare avabûna Komara Tirkiyê jî pêşî bi tesfiyekirina gelên Xiristiyan, paşê jî bi tesfiyekirina hevgirtiyên wê yên620 kominîst, ummetgirên Îslamî, Çerkez û Kurdan ve, û bi hevgirtina milletperestiya Siyonîzma Cihû û bûrjûwaziya burokratîk a Tirk ve girê bide. Ev hevgirtina bi hegemonya Ingilistanê pêk hat, li Rojhilata Navîn ji bo pêkhatina Îsraîlê gaveke girîng bû. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin ku rastiya mînîmal a Komara Tirkiyê bi Proto Îsraîlê ve girêdayî ye. Li Bakurê Kurdistanê bi tesfiyekirina hebûna Kurd û li Başûrê Kurdistanê ji bo pêkhateyeke siyasî ya Kurd a mînîmal gavavêtin ji nêz ve bi rola Komarê ya Proto Îsraîlê ve grêdayî ye. Konjonktura wê demê vê yekê ferz û ferman dike. Ereb jî dabeşî gelek dewletokên netewe dibin û ev jî


