7 kesên li Amedê binçavkiribûn hatin berdan

Piştî îfadeya li dozgeriyê, rojnameger Us û Yalçin jî di nav de her 7 binçavkirî bi daxwaz şertê “kontrola edlî” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hatin kirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
7 kesên li Amedê binçavkiribûn hatin berdan
Piştî îfadeya li dozgeriyê, rojnameger Us û Yalçin jî di nav de her 7 binçavkirî bi daxwaz şertê “kontrola edlî” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Binçavkirî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Muxalefeta lidijî qanûna pêşîlêgirtina fînansmaniya rêxistinê” hatibûn sûcdarkirin.
Dadgeriyê her 7 binçavkirî bi şertê “kontrola edlî” berda.
Di çarçoveya heman dosyayê de Dîlan Polat Dîrîn a pitika wê ya 11 mehî hebû jî hatibû binçavkirin. Dîrîn, duh bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.