Tiştonek

Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin E‐maila rojnameyê da ku em wan jî biweşînin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Beşa Çandê

Me dîsa ji we re çend tiştanok ango mamikên xweş amade kirine. Her wiha em dixwazin hûn ji kerema xwe tiştên li ba xwe binivîsin û ji me re rêkin E‐maila rojnameyê da ku em wan jî biweşînin.

1-Mamê mino

Hindî min li bîr e

Mihmed axa wezîr e

Li nav teyran

Yekî bi şûr e

Gelo ew çi ye?

2-Mamê mino

Hindik hindik

Dihdika hezar dendik

Gelo ew çi ye?

Bersîv 1 Teyrê darkutok/darkutrinek 2-Hinar