340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin

Rojnameya me Xwebûn û Ajansa Mezopotamyayê jî di nav de hesabên twitter û telegramê yên gelek sazî û dezgehên ragihandinê yên kurdi hatin astengkirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin

Rojnameya me Xwebûn û Ajansa Mezopotamyayê jî di nav de hesabên twitter û telegramê yên gelek sazî û dezgehên ragihandinê yên kurdi hatin astengkirin. Bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 4'an a Enqereyê 340 hesabên Twitter, Telegram û Youtubeyê û malperên înternetê asteng kirin.

Malperea înternetê ya Weşanxaneya Avestayê, navnîşana Twîtterê ya Rojnameya Xwebûnê, navnîşana telegramê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA), navnîşanên Twîtterê yên MA Kurdî û Jinnews tirkî, qenala Youtubeyê ya Ronahî TV'yê, qenala Youtubeyê ya rojnamevan erdal Er, twîttera Aryen TV'yê û navnîşana Evrensel web TV'yê hatin astengkirin.