HSD’ê bîlançoya 24 saetan aşkera kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên dewleta tirk ên di şeva 19’ê mijdarê de daxuyaniyek weşand û bîlançoya 24 saetên dawî aşkera kir.

•
3 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên dewleta tirk ên di şeva 19’ê mijdarê de daxuyaniyek weşand û bîlançoya 24 saetên dawî aşkera kir. HSD’ê diyar kir ku êrîşên hewayî ev 3 roj in didomin û wiha got: “Di heman demê de bi topan û rokêtavêjan êrîşî herêmê dikin. Di van êrîşan de febrîqeyan, avahiyên stratejîk, nexweşxane, bîrên petrolê û milkê welatiyan hedef digirin.”

Li gorî daxuyaniya HSD’ê bîlanço wiha ye:

“Hejmara êrîşên bi balafirên şer: 6

Hejmara êrîşên bi balafirên bê mirov: 6

Hejmara êrîşên bi çekên giran, tank û moşekan: 82

Hejmara topên li herêmê ketine: 590

Hejmara cih û deverên hatine hedefgirtin : 45. Di nav de nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê û bîrên petrolê jî hene.

Hejmara bikaranîna çekên kîmyewî li dijî herêmê : 1. Dewleta tirk gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê topbaran kir.

Şehba

Hejmara topbarana bi tank û topavêjan: 43. Tê de zêdetirî 36 gund û cih hatin hedefgirtin.

Hejmara topên li herêmê ketine: 570.

Herêmên ku bi çekên giran û moşekan hatine hedefgirtin wiha ne; Şêx Îsa, Zîwan, Herbil, rêya Ehrezê, Til Medîq, Minix, Bêlûniyê, Bendava Şehbayê, Til Çîçan, Til Enab, Wehşiyê, Kefer Naya, Semuqa û balafirgeha Minixê.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Hejmara birîndaran: 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê.

Kobanê

Hejmara êrîşên bi balafirên şer: 1. Li dijî navenda Kobanê.

Hejmara hedefgirtina bejahî: 9.

Herêmên hatine topbarankirin: Sêlim, Kul Tepe, Siftik, Qeremox, Navenda Tenduristiyê ya Qeremoxê, Zormixar, Cargelî û Dibistana Goran.

Efrîn

Hejmara topbaranê: 16.

Hejmara topan: 20.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: Endamekî hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

Gundên hatine topbarankirin: Bênê-Ibîn, Miyase, herêma di navbera gundên Birc Qasê û Miyase, derdora baregeha Îranê li gundê Bênê, Îrşadiyê, Elqemiyê, Malikiyê, Şewarxe, Merenaz, stasyona sotemeniyê ya Elqemiyê.

Minbic

Hejmara êrîşan: 2.

Gundên hatine topbarankirin; Mehsenlî, Hûşeriyê. Balafirên bê mirov li asîmanê rojhilat, rojava û bakurê Minbicê geriyan.

Heseke

Hejmara êrîşên bi balafirên bê mirov: 3. Yek li dijî baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî û 2 jî li dijî gundê Oceyê hatin kirin.

Hejmara topbarana bi topavêj, tank û moşekan: 2.

Herêmên hatine hedefgirtin: Baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî, gundewarên Til Temir, Zirgan û Um El Xêr.

Hejmara şehîdan: 2 şervanên YAT’ê.

Hejmara birîndaran: 3 şervanên YAT’ê.

Qamişlo

Hejmara êrîşên bi balefirên bê mirov: 2. Yek li dijî zeviya petrolê yê bi navê Ewde, ya din li nêzî gundê Lîlan ê li başûrê rojavayê Tirbespiyê.

Hejmara hedefgirtinan: 10

Hejmara birîndaran: Endamekî hêzên hikûmeta Şamê bi sekvaniyê li nêzî deriyê sînor ê Nisêbînê bi Qamişlo re, jiyana xwe ji dest da.

Herêm û gundên hatine hedefgirtin: Til Zîwan, GirDahol, Tokî, Til Kêf, çerxerêya Elî Fero, Rotan û Girkê Şamo.

Dêrazor

Hejmara êrîşên bi balafirên şer: 5. Tê de gundê Mekmen ê tenê bi 70 kîlometreyan ji sînor dûr e, hat hedefgirtin.”