Qirkirina rojnamegeran ya berî hilbijartinan

Hêzên ewlehiyê Xwediyê Ajansa Mezopotamya Ferhat Çelîk, edîtorê wê Abdurrahman Gok, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen di nav...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Hêzên ewlehiyê Xwediyê Ajansa Mezopotamya Ferhat Çelîk, edîtorê wê Abdurrahman Gok, Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen di nav de bi ser gelek malan de girtin. Polîsên ku li malan lêgerîn kirin dest danîn ser pirtûk û kompîturan. Ji ber Ferhat Çelîk li mala xwe nebû nehate binçavkirin. Abdûrrahman Gok hate binçavkirin û lêgerîna li mala Kadrî Esen berdewam dike.

Hate hînbûn ku di çarçoveya operasyonê de bi ser malên gelek rojnamevan û siyasetmedaran de hatiye girtin.