3 kes di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de hatin qetilkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li herêma Meydan Şemalê ya gundewarên rojhilatê Humisê êrişî komeke ciwanan kir ku dobelan berhev dikirin. Di encamê de...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li herêma Meydan Şemalê ya gundewarên rojhilatê Humisê êrişî komeke ciwanan kir ku dobelan berhev dikirin. Di encamê de 3 kes hatin qetilkirin.

Di demên dawîn de êrişên wiha yên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûne. Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka 2023’yan ve li bejahiya Sûriyeyê 249 kes hatine kuştin, jî 11 çeteyên DAIŞ’ê ne ku di êrişên hikumeta Şamê û yên Rûsyayê de hatin kuştin, 123 endamên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê ne û 115 jî sivîl in.