Cangoriyê weşartî ‘xwîna min ji ya şêniyê Farqînê sortir nîne’
Çendî yemane ev cenga jînê. Çi hevokeke dijware ji bo kurdan û çi sedsaleke jan girtiye wekî birînên xwe Kurdistan. Çend can dane, çend cangorî, çend dilgirtî û penaber.
Çendî yemane ev cenga jînê. Çi hevokeke dijware ji bo kurdan û çi sedsaleke jan girtiye wekî birînên xwe Kurdistan. Çend can dane, çend cangorî, çend dilgirtî û penaber. Serhildan biqasî berxwedanê bi rêk û pêk û rêxistinan. Her welat egîdek dibê. Lê ne bi qasî Kurdistanê. Penaberî, girtin, binçavkirin, kuştin; çavê li rê zarokê bê bav, dayika bê zarok… Salê 90’î û cardin talankirina Kurdistanê. Gundê şewitî, zeviyê bê xwedî û kolanê vala cardin kirin para kurdan. Lê berxwedanê li hemberî hemû tunekirina ciyê xwe digirt. Li cihekî bişkesta li cihekî din ji xwe re rê vedikir. An bi dizî yan jî eşkere hemû kurdê xwedî nirx bi awayekî li ber xwe didan. Ew yek jî dibû ku kesê li ber xwe didin ji aliyê JÎTEM, hîzbîqontra û rayedarê pergala hikûmetê de hedef bên girtin. Li çar aliyê welat herî zêde jî li Bakûr wek bajarê Amedê navçeyên wê Farqîn, Bismil, Licê, Hênê; wekî Elih Sêrt, Dihê, Şirnex, Cizîr, Agirî Panos hwd. bûbûn qada kuştinan (faîlîmeçhûl). Bi banga nimêja sibê re li ser navê dîndariyê kurdê welatparêz an behna welatparêziyê ji wan bihata dihatin kuştin. Kî/kê ji aliyê gel ve bihatina hezkirin hedef dihat girtin bi awayekî dihat kuştin an jî windakirin. Kurdistan kiribûn qada gorên bê kêrik. Her roj çend kes dihatin kuştin an revandin. Kî/kê bigota ez kurdim an bi zimanê xwe biaxiviya bigota zimanê min kurdî ye, çanda min ji rengê netewa min e welatê min Kurdistan e, dihat cezakirin an kuştin. Ji xwe peyva Kurdistan bi xwe qedexe bû û hê jî qedexe ye. Kî/kê birîna kurdekî derman bikira teqez tiştek dihat serî wê-wî. Salê 90’î birînek reş e di dile kurdan de. Dema ez zarok bûm mêr newêribûn li sûka bajêr serbest bigerin. Êvaran denge çekan dihatin. Dê û bavê me der û cîranê me di nav hev de bi awayek veşartî qala kuştin, girtin û daxkirina ku li welatiya dikirin dihatkirin. Carnan yên serçavê wan girtîbûn, di deste wan de çek di linge wan de potînên wan ên pê derî dişkandin digirtin ser malan me jî. Bavê min, apê min û birayê min ên mezin dibirin bi roja me


