1’Nîsanê cejna Akîto ye

Cejna Akîto ji hêla gelên 'Beyn Nahren' ango gelên di navbera çemên Dicle û Firatê de dijîn ve ji beriya 6770 salan ve tê pîrozkirin. Cejna Akîto cejneke dîrokî ya herî kevin e.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê

Cejna Akîto ji hêla gelên 'Beyn Nahren' ango gelên di navbera çemên Dicle û Firatê de dijîn ve ji beriya 6770 salan ve tê pîrozkirin. Cejna Akîto cejneke dîrokî ya herî kevin e. Akîto tê wateya jiyana nû, ji serdema Sumer û Babiliyan ve dest pê kirye heta gihîştiye serdema Aşûriyan. Gelên Aşûr, Suryan û Kildan li gel ku ewqas hatine qetilkirin jî nirxên xwe yên dîrokî heta îroj parastine.

Ev cejin li gelek deveran tê pîroz kirin û îsal li rojavayê Kurdistanê jî bi rengekî fermî ew cejin tê pîrozkirin û bi boneya wê cejnê Rêveberiya Xweser rojên 1 û 2 Nîsanê wekî betlaneya fermî destnîşan kir da ku gelê aşûrî, Suryanî û Kildanî bikaribin vê cejna xwe bi azadî pîroz bikin.