173 rêxistinan li Amedê banga azadiya Ocalan kirin

Rêxistinên civaka sivîl, komele û partiyên siyasî jî di nav de bi giştî 173 sazî li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê hatin gel hev û deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” aşkera...

•
10 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
173 rêxistinan li Amedê banga azadiya Ocalan kirin

Rêxistinên civaka sivîl, komele û partiyên siyasî jî di nav de bi giştî 173 sazî li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê hatin gel hev û deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” aşkera kirin. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn flamayên “Aştî” û “Azadî” hatin daliqandin. Daxuyaniya ku ji bo deklerasyonê hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve ya tirkî jî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik ve hate xwendin.

Metna deklarasyona azadî û çareseriyê wiha ye:

“Di bingeha pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê ya gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye. Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kurtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku hemû berhevkirinê civakî werin tesfiyekirin û têkbirin. Em dibînin, pêkanînên ku wekî sûcên giran tên pênasekirin û pêwiste tu car li hemberî civakê pêk neyên, bi awayekî aşkere ji aliyê desthilatan ve pêk tên, serdest û rayedarên dewletê sûcdaran diparêzin, dixwazin sûcên ku li hemberî gel û civakê pêk tên meşrû nîşan bidin.

Gefen li ser gelê kurd

Van sûcan, di vê demê de li Rojava/ Bakur-Rojavayê Sûriyeyê/ Filistîn, Qerebax, Ukrayna û li gelek cîhên din pêk tên ber bi çav e. Bi kurtasî em qala rewşeke ku navenda wê Rojhilata Navîn,yanî Mezopotamya û tevahiya cîhanê belav bûye dikin. Gelê Kurd (ligel hemû destkeftiyên xwe) bi tehdîdên giran re rû bu rû ye. Gelên Ermenî û Ereb, gelên qefqas û balqanan di nav şer û pevçûnan de ne. Her wiha sîstema kapîtalîst çav berdaye hemû erdnîgariyên ku gelên cûda lê dijîn. Ev gel ji dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd bêpar tên hîştin û ji axa xwe tên koçberkirin,

NY berbirsyariya xwe bi cih nayne

Heke em li gorî tecrûbeyên dîrokî bifikirin, sîstema Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn parastina nirxên mirovahiyê girtiye ser milê xwe berpirsiyariya xwe bi cih nayne. Li cîhanê serokdewletek yan jî siyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên pergalî çareser bike. Qaşo pêşengên siyaseta dinyayê, di şûna çareseriyê de, dibin sedema alozî û êşên ku pêk tên.

Destê Ocalan li hewa ma

Birêz Ocalan pêşeng û siyasetmedarê yekemîn e ku bi pêşdîtînên xwe dikare pirsgirêkên pêşerojê yên li herêmê, li Rojhilata Navîn û li dinyayê biqewimin tespît bike. Di sala 2019 an de, hîn şer, pevçûn û qirkirinan dest pê nekiribû, bi pêşdîtinên xwe diyar kiribû ku pirsgirêkên ku di vê demê de li herêmê û li cîhanê pêk tên, ji aliyê civakî ve wê girantir bibin û bibin sedema qirkirinan. Wî anibû ziman ku “Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim” û rêbazên mîna lihevkirinên demokratik, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî têkevin meriyetê pêşniyar kiribû. Destên wî yên ji bo çareserî û aştiya navbera gel li hewa mabû û ji aliye hêzên serdest ve şerên bêsînor hatibûn pêşxistin.

Demokrasî şaş hatiyepênasekirin

Van tesbît û bangawaziyên, bi baweriya xwe ya azadî û heqîqetê anîbû ziman. Ji bo xetereyên ku wek çarenûs tên nişandan beralî bike, îradeyeke xurt nîşan dabû ku di kesayeta Kurdan de çareseriyê di asta gerdûnî de bixe xizmeta gelên cîhanê. Nêrîn û pêşdîtînên Birêz Ocalan, baş hatiye fêmkirin ku li Tirkiyeyê pêkhatina demokrasiyê rasterast bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Tê zanîn ku demokrasî di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de şaş hatiye pênasekirin û bi vê pênasekirina şaş, hemû reng, deng, çand û ziman hatine înkarkirin. Sedema vê înkarê jî ew e ku komara Tirkiyeyê li ser bingeha netewdewlet û kapîtalîst a yek nasnameyî hatiye avakirin.

Aktorê bingehîn Ocalan e

Mixabin ev sedsal in ku sîstema netewdewlet li erdnîgariya me, rê li bêr sûcên giran ên ku li hemberî mirovahiyê pêk tên vekiriye. Birêz Ocalan ê bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêkan derketiye rê û dest bi têkoşînê kiriye, paradigmaya çareseriyê afirandiye û di siyaseta jîyana azad de israr kiriye, nîşan daye ku ew aktorê bingehîn ê pêşketina polîtîk û demokratîk e. Perspektîf û pêşdîtîna birêz Ocalan a bi rêya hevdîtin û muzakreyan, bi rêbazên aştîyane, girîngiyeke dîrokî ya di asta stratejîk de ye.

Rojava bûye hêza çareserkirinê

Ji bo ku kurdan bi ziman, nasname û erdnîgariya wan re bigihîne statûyeke neteweyî, paradîgmayeke bi perspektîfa neteweya demokratik pêş xistiye, em îro dibînin ku ev paradigma, bi taybet bi mînaka Rojava, ji boTirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê buye hêza çareserkirina pirsgirêkan. Ev hêza nêrînên wî yên ekolojîk û azadîparêziya jinê, hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên vê demê û hem jî, ji bo pêşerojê ne.

Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin

Êdî ji çar aliyên dinyayê gel, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî dibînin ku nêrînên birêz Ocalan, li hember pergala kapîtalîst bûne alternatîf û hêviya çareseriyê. Her çiqas birêz Ocalan li Îmraliyê hatibe tecrîtkirin û desthilatan xwestiye ku têkiliya wî jî dinyayê qut bikin jî, her dem ji bo ku krîzên heyî bi dawî bibin teoriyên çareseriyê bi pêş xistiye. Xwestin ku bi rêya tecrîdê birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Lê ramanên wî gihîştine hemû gelan û tevahiya cîhanê. Birêz Ocalan niha li tevahiya cîhanê aktorê herî polîtîk û zanayê ku dinya nêrînên wî esas digire ye.

Ocalan azadî ye

Brêz Ocalan afrînerê jiyana hevpar û wekhev a artarnatîf e. Ji bo azadiya Birêz Ocalan û ji bo pergala wekhevî û heqîqetê ava bibe li tevahiya cîhanê têkoşîn tê meşandin. Hemû kes û kesayetên ku têkoşîna azadiya birêz Ocalan dimeşînin, bi yek dengî diqîrin û dibêjin azadiya Birêz Ocalan Azadiya me ye. Ev tespit nişan dide ku her têkoşîna were meşandin ji jiyana wan jî ne dû re.

Divê tecrîd bê rakirin

Hemû jinên cîhanê diyar dikin ku, pêşketina têkoşîna jinên Kurd a li gorî nêrînên birêz Ocalan bandor li wan kiriye û ew ê jî tevlî vê têkoşîna ramana azad û jîyana azad bibin, têkoşîna jinê geş bikin, bipêş bixin û dibêjin pergala tecrîda Îmraliyê ya ku Birêz Ocalan tê de ye, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û pêwiste demildest ev tecrît bi dawî bibe, rêgez û rêbazên gerdûnî yên ji bo Nelson Mandela pêk hatin, jî bo Birêz Ocalan jî divê pêk werin.

Roja gelhatina cem hev e

Lê tê zanîn ku ev 25 sal in hemû mafên Birêz Ocalan ên huqûqî tên binpêkirin û bi cih nayên. Ya girîngtir, ev ji 30 mehan zêdetir e tu agahî jî Birêz Ocalan nayê girtin. Di serî de divê hevdîtinên parêrez û malbatan bi Birêz Ocalan û girtiyê Îmraliyê re werin kirin, agahiyên zelal ji Îmraliyê werin girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî pêwiste şert û mercên têkoşîna siyasî û pêkhatina muzakereyan ji bo Birêz Ocalan bên afirandin ku hevî û bendewariyên gelê Kurd û gelên cîhanê yên ji aliyê civakî û siyasî ve pêk werin. Roj ew roj e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aşitî û azadiyê pêk bîne.”

Sazî û partiyên siyasî yên ku deklerasyon îmze kirine wiha ne:

    \t

  1. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)
  2. \t

  3. Tevgera Jinên Azad (TJA)
  4. \t

  5. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)
  6. \t

  7. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)
  8. \t

  9. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)
  10. \t

  11. Federasyona Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED)
  12. \t

  13. Şaxa Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re (TUHAY-DER) ya Amedê
  14. \t

  15. Şaxa TUHAY-DER a Edeneyê
  16. \t

  17. Şaxa TUHAY-DER’a Mêrsînê
  18. \t

  19. Şaxa TUHAY-DER’a Îzmîrê
  20. \t

  21. Şaxa TUHAY-DER’a Stenbolê
  22. \t

  23. Şaxa TUHAY-DER’a Wanê
  24. \t

  25. Şaxa TUHAY-DER’a Êlihê
  26. \t

  27. Şaxa TUHAY-DER’aMêrdînê
  28. \t

  29. Şaxa TUHAY-DER’a Şirnexê
  30. \t

  31. MEBYA-DER a Amedê
  32. \t

  33. Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Bismil, Farqîn û Pasûrê
  34. \t

  35. MEBYA-DER a Cizîrê
  36. \t

  37. MEBYA-DER a Êlihê
  38. \t

  39. MEBYA-DER a Mêrdînê
  40. \t

  41. MEBYA-DER a Wanê
  42. \t

  43. Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD)
  44. \t

  45. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê
  46. \t

  47. Alim-Der a Amedê
  48. \t

  49. komeleya Lêkolînên Zanistên Olî ya Wanê
  50. \t

  51. Komeleya Lêkolînên Ol û Baweriyan a Meşînê (MDÎAD)
  52. \t

  53. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Îzmîrê
  54. \t

  55. Konreya Demokratîk a Îslamê
  56. \t

  57. Kovara Destar
  58. \t

  59. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê
  60. \t

  61. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî
  62. \t

  63. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê
  64. \t

  65. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê
  66. \t

  67. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
  68. \t

  69. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
  70. \t

  71. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê
  72. \t

  73. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê
  74. \t

  75. Komeleya Wêjekarên Kurd
  76. \t

  77. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
  78. \t

  79. Enstîtuya Kurdî ya Amedê
  80. \t

  81. Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê
  82. \t

  83. Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê
  84. \t

  85. Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
  86. \t

  87. Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê
  88. \t

  89. Platforma Îxrackiriyan a Amedê
  90. \t

  91. Meclisa Jinan a KESK’a Amedê
  92. \t

  93. Şaxa BES’ê ya Amedê
  94. \t

  95. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Bismilê
  96. \t

  97. Şaxa BTS’ê ya Amedê
  98. \t

  99. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çermûgê
  100. \t

  101. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çinarê
  102. \t

  103. Şaxa DÎVES’ê ya Amedê
  104. \t

  105. Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê
  106. \t

  107. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Gêlê
  108. \t

  109. Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê
  110. \t

  111. Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê
  112. \t

  113. Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya Amedê
  114. \t

  115. Meclisa Jinan a Egîtîm Senê
  116. \t

  117. Akademiya Kedê ya Amedê
  118. \t

  119. Şaxa Hejmar 1 a Genel Îş’ê ya Amedê
  120. \t

  121. Şaxa Hejmar 2 ya Genel Îş’ê ya Amedê
  122. \t

  123. Şaxa Haber Senê ya Amedê
  124. \t

  125. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hênê
  126. \t

  127. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê
  128. \t

  129. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Karazê
  130. \t

  131. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Pasûrê
  132. \t

  133. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Liceyê
  134. \t

  135. Nûnertiya SES’ê ya Bismilê
  136. \t

  137. Nûnertiya SES’ê ya Erxeniyê
  138. \t

  139. Meclisa Jinan a SES’ê
  140. \t

  141. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Farqînê
  142. \t

  143. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Amedê
  144. \t

  145. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Amedê
  146. \t

  147. Şaxa YAPI YOL SEN’ê ya Amedê
  148. \t

  149. Şaxa BES’ê ya Êlihê
  150. \t

  151. Şaxa BTS’ê ya Êlihê
  152. \t

  153. Nûnertiya DÎVES’ê ya Êlihê
  154. \t

  155. Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê
  156. \t

  157. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Qûbînê
  158. \t

  159. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hezoyê
  160. \t

  161. Nûnertiya ESM’ê ya Êlihê
  162. \t

  163. Nûnertiya Genel Îş’ê ya Êlihê
  164. \t

  165. Nûnertiya HABER SEN’ê ya Êlihê
  166. \t

  167. Şaxa PETROL ÎŞ’ê ya Êlihê
  168. \t

  169. Şaxa SES’ê ya Êlihê
  170. \t

  171. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Êlihê
  172. \t

  173. Şaxa YAPIYOL SEN’ê ya Êlihê
  174. \t

  175. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Êlihê
  176. \t

  177. Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Mêrdînê
  178. \t

  179. Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya Qoserê
  180. \t

  181. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê
  182. \t

  183. Şaxa BES’ê ya Mêrdînê
  184. \t

  185. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Mêrdînê
  186. \t

  187. ÇEVDER a Mêrdînê
  188. \t

  189. Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê
  190. \t

  191. Şaxa Genel Îş’ê ya Şirnexê
  192. \t

  193. Platforma Şaxan a KESK’a Colemêrgê
  194. \t

  195. Şaxa Genel Îş’ê ya Colemêrgê
  196. \t

  197. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mûşê
  198. \t

  199. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Rihayê
  200. \t

  201. ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê (13 şax)
  202. \t

  203. Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê
  204. \t

  205. Şaxa Egîtîm Senê ya Sêrtê
  206. \t

  207. Şaxa SES’ê ya Sêrtê
  208. \t

  209. Şaxa BTS’ê ya Sêrtê
  210. \t

  211. Şaxa BES’ê ya Sêrtê
  212. \t

  213. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Sêrtê
  214. \t

  215. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê (32) sazî
  216. \t

  217. Komeleya Çavdêriya Koçberiyê
  218. \t

  219. Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhedê
  220. \t

  221. Komeleya Şopandina Koçberiyê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê
  222. \t

  223. Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Koçberî û Penaberan a Çukurovayê
  224. \t

  225. Komeleya Jinana Rosayê
  226. \t

  227. Komeleya Jinan a Starê
  228. \t

  229. Komeleya Jinan a Mîmozayê
  230. \t

  231. Komeleya Dema Jinan e
  232. \t

  233. KASED
  234. \t

  235. MA Music
  236. \t

  237. ŞanoWan
  238. \t

  239. Jîn Art
  240. \t

  241. Şanoya Bajêr
  242. \t

  243. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn
  244. \t

  245. Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê
  246. \t

  247. Komeleya Çand û Hunerê ya Aryenê
  248. \t

  249. Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê
  250. \t

  251. Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê
  252. \t

  253. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Stenbol)
  254. \t

  255. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Qoser)
  256. \t

  257. Navenda Çanda Baharê
  258. \t

  259. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê
  260. \t

  261. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê