11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven hat birîn

Li Amedê, danişîna doza ku bi angaşta “propagandaya rêxistinê” li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Li Amedê, danişîna doza ku bi angaşta “propagandaya rêxistinê” li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Guven ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û parastina xwe kir. Parêzerê Guven Serdar Çelebî jî li danişînê amade bû.

Piştî parastina Guven, heyeta dadgehê bi angaşta ku di 3 axaftinên xwe yên di navbera 2015 û 2019’an de “propaganadaya rêxistinê” kiriye 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Guven birî.