Ziman Rûhê Miletekî ye

Ziman mîrasê herî biha yê dê û bavan e. Ew mîrasek e ku ne pere dixwaze, ne jî şertên taybet. Tenê hewce ye ku dê û bav her roj bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.

•
1 deqe xwendin
Ziman Rûhê Miletekî ye

"Navê zarokê bi kurdî lê zimanê wê ne bi kurdî be, belkî ev dibe parastina zimên lê nabe ya nasnameyê."

Di van salên dawî de gelek malbatên kurd bi serbilindî navên kurdî li zarokên xwe dikin. Ev guherînek baş e. Ji ber ku nav, bîranîn e; nav, girêdana mirov bi kok û dîroka xwe re ye. Lê divê em pirsek girîng jî ji xwe bikin:

Ma navê kurdî bi tenê têra parastina nasnameyê dike?

Bêguman nersiv NA ye.

Ji ber ku nasname tenê bi navan nayê avakirin; bi ziman, çand, bîranîn, gotinên dê û bavan, bi çîrokên pîr û kalan û bi axaftina rojane tê afirandin.

Zarok yekem cîhana xwe bi zimanê malê nas dike; yekem gotinên ku dibihîze, yekem hezkirin û tirs, yekem henek û çîrok û yekem stran... hemû li nav zimanê malê têne tomarkirin. Ji ber vê yekê, mal dibistana yekem a ziman e.

Lê îro em diyardeyeke sosyolojîk dijîn; dê û bav navê zarokên xwe Rojhat, Berfîn, Delal, Zîlan, Agir, Dîlan... datînin, lê ev zarok dibêjin; "Navê min kurdî ye, lê ez bi kurdî nizanim."

Ev ne tenê wendakirina çend peyvan e; ev destpêka qutbûna zincîra çandî ye.

Ziman ne tenê amûrekî ragihandinê, awayê fikirînê ye jî. Her ziman cîhanê bi rengê xwe dibîne û rave dike. Dema ku zarok ji zimanê dayika xwe dûr dikeve, hêdî hêdî ji bîra kolektîf, çand, gotinên kal û pîran, ji stranên gel û çîrokên xwe û ji hestên ku bi wî zimanî hatine afirandin jî dûr dikeve.

Pir malbat dibêjin; "Em dixwazin zarokên me zimanên din baş bizanibin."

Ev xweş e. Fêrbûna zimanên din dewlemendî ye. Lê pirsgirêk ew e ku hin kes zimanên din hîn dibin, lê zimanê dayika xwe ji bîr dikin. Hînbûna zimanekî nabe ku bibe sedema jibîrkirin û wendabûna zimanê dayikê.

Li seranserê cîhanê, gelek netewe zimanê xwe di nav malbatê de diparêzin. Ji ber ku dizanin ku dibistan dikare zimanekî hîn bike, lê tenê mal dikare zimanekî bike dilê zarokan.

Heke em kurdî tenê di stranekê û pîrozbahiyekê de yan li ser torên civakî bi kar bînin, lê ne li nav malê, wê demê ziman hêdî hêdî ji jiyanê derdikeve û tenê dibe bîranîn.

Divê em ji xwe bipirsin:

Çima em navê kurdî dihilbijêrin, lê axaftina kurdî hilnabijêrin?

Çima em dixwazin nasnameya zarokên me bi kurdî be, lê mifteya wê nasnameyê, ku ziman e, nadin destê wan?

Ziman mîrasê herî biha yê dê û bavan e. Ew mîrasek e ku ne pere dixwaze, ne jî şertên taybet. Tenê hewce ye ku dê û bav her roj bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.

Ji bo ku zarokek kurd bimîne, tenê navê kurdî ne bes e.

Divê gotinên yekem bi kurdî bên gotin.

Divê hezkirin bi kurdî bê gotin.

Divê çîrok bi kurdî bên gotin.

Divê mal bi dengê kurdî bijî.

Ji ber ku ziman tenê ne axaftin e; ew xatir e, bîra gel e, nasname, hebûn û ruhê neteweyî ye...