Ziman nasname ye, lê her wiha rihê mirovan e

Ji perspektîfa psîkiyatriyê, ziman ne tenê serrişteya ragihandinê ye; ew, yek ji wan amûrên sereke ye ku mirov bi rêya wê xwe nas dike, hestên xwe îfade dike û têkiliya xwe bi kesên din re ava dike.

•
1 deqe xwendin
Ziman nasname ye, lê her wiha rihê mirovan e

Gava em dibêjin “ziman nasname ye”, pir caran em tenê li aliyê çandî û neteweyî yê ziman dinêrin. Lê ziman ji vê yekê gelekî wêdetir e. Ziman bi derûniya mirovan, bi hestên wan, bi bîranînên wan, bi malbatê, bi zarokatiyê û bi awayê ku mirov xwe di vê dinyayê de dibîne re girêdayî ye. Ji perspektîfa psîkiyatriyê, ziman ne tenê serrişteya ragihandinê ye; ew, yek ji wan amûrên sereke ye ku mirov bi rêya wê xwe nas dike, hestên xwe îfade dike û têkiliya xwe bi kesên din re ava dike.

Zimanê dayikê dikare bibe arşîva hestî ya mirovan

Mirov bi zimanê xwe yê dayikê ne tenê peyvan hîn dibe. Zarok gava yekem car dengê dayik û bavê xwe dibihîze, gava navê kesên malbatê, cih, xwarin, evîn, tirs û dilxweşiyê fêr dibe, di heman demê de cîhanê jî nas dike. Peyvên yekemîn bi bîranînên yekemîn ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, zimanê dayikê dikare bibe arşîva hestî ya mirovan. Mirov dikare bi zimanekî din gelek baş biaxive, bixwîne, binivîse û di wî zimanî de bibe pispor. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû ziman di jiyana derûnî ya mirovan de heman cihî digirin. Zimanên cuda dikarin bi tecrubeyên cuda yên jiyanê ve girêdayî bin. Zimanê ku zarokekî/ê yekem car pê gotiye “dayik”, “bav”, “mezin”, “were”, “naçe” an “ez ditirsim”, bi demê re dibe beşek ji cîhana hundirîn a wî/wê.

Ji ber vê yekê, gava zimanek di jiyana mirovan de lawaz dibe, pirsa sereke ne tenê ew e ku çend peyv tên jibîrkirin. Pirsa kûrtir ev e: di hundirê mirovan de çi tê guhertin? Zimanan bi nasnameyê re têkiliyeke kûr heye. Nasname tenê nav, nijad, welat an jî belgeyek nîne. Nasname hestek e ku mirovek li xwe dike: “Ez kî me? Ez ji ku derê me? Ez li ku derê me? Kîjan çîrok ya min e?” Di avakirina bersiva van pirsan de ziman roleke girîng dilîze.

Di têkiliya psîkiyatrîk û psîkoterapîk de girîngiya ziman

Ji perspektîfa psîkiyatriyê, hesta ku mirov “dike xwe” girîng e. Mirov hewce dike ku xwe di nav têkiliyên malbatî û civakî de bibîne. Hestên aîdiyetê, hestên ewlehiyê û hestên nirxa xwe ji bo tenduristiya derûnî girîng in. Ziman dikare alîkariya van hestan bike. Kesek ku dikare bi zimanê xwe bi malbata xwe re biaxive, çîroka xwe veguhêze û hestên xwe îfade bike, dikare têkiliya xwe bi rabirdû û cîhana xwe re zindî bihêle. Lê dema ziman dibe tiştek ku divê were veşartin, mijar hîn girîngtir dibe. Eger ji ber zimanê malbata xwe, bi zarokekê/î bikenin û wî/wê bidin şermê yan jî zarok bibihîze ku zimanê wî/wê “kêmnirx” e, zarok dikare ji vir peyameke derûnî bistîne ku ji zimên wêdetir e: “Beşek ji min nayê qebûlkirin.” Ev peyam, heke salên dirêj were dubarekirin, dikare bandorê li ser hestên nirxa xwe û avakirina nasnameyê bike.

Ev nayê wê wateyê ku her kesê/a ku zimanê dayikê kêm bi kar tîne dê weqayeke psîkiyatrîk pêk bîne. Zanist nikare bi vî awayî hêsan û yekalî were xwendin. Lê em dikarin bibêjin ku windabûna ziman, bi taybetî dema ku bi diskrîmînasyon, şerm, qutbûna ji civakê yan jî windabûna têkiliyên malbatî re hevdem be, dikare li ser hestên aîdiyet û nasnameyê bandorê bike. Ji ber vê yekê, ziman di çarçoveya faktorên civakî û derûnî de mijareke girîng e. Herwiha ziman bi hestên mirovan re têkildar e. Di psîkiyatriyê de dema ku kesek ji tirs, şîn, xem, hêrs, şerm an travmayê diaxive, peyvên ku ew bi kar tîne tenê serrişteya ragihandinê nîn in. Ew serrişteya wî tiştî ne ku mirov pê tecrubeya xwe ya hundirîn dide famkirin û ji kesekî din re radigihîne. Ji ber vê yekê, zimanê ku mirovek pê bi awayekî herî xwezayî dikare hestên xwe îfade bike, di têkiliya psîkiyatrîk û psîkoterapîk de dikare girîng be.

Ziman, travma û bîra malbatê

Gava em li ser ziman û derûniyê diaxivin, em nikarin ji travma û bîra malbatê dûr bimînin. Gelek civakên ku şer, koçberî, qedexe, diskrîmînasyon û windabûna cih û malbatê tecrube kirine, dîroka xwe bi ziman veguhastine. Çîroka dapîrê, gotina bapîrê, straneke kevn, serpêhatiya dayikê yan gotina ku di malbatê de ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe, ev hemû parçeyên bîra malbatê ne. Ziman dikare bibe serrişte ku travma ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe, lê dikare bibe serrişteya berxwedan û başbûnê jî. Kesek dikare bi straneke ku ji zarokatiya xwe nas dike, bi dengê dayika xwe yan bi peyvekê ku ji dapîra xwe bihîstiye, hesteke girêdanê bi jiyana berê ve zindî bike. Ji ber vê yekê ziman dikare hem bîranîna êşê hilgire hem jî bîranîna evîn, ewlehî û domdariya jiyanê. Di vê nuqteyê de, zarok jî girîng in. Zarokên ku li malê kurdî, li dibistanê zimanekî din û li derveyî malê dibe ku zimanên din jî bibihîzin, li xwe du yan sê cîhanên zimanî digirin. Pirzimanî bi xwe ne pirsgirêk e. Berevajî vê, dikare bibe dewlemendiyek. Pirsa girîng ew e ku zarok çawa van cîhanan dijî.

Di navbera du nasnameyan de hestên nakokiyê

Heke zarok hîs bike ku zimanê malbata wî/wê jî nirx heye, ew dikare du cîhanan bi ewlehî bi hev ve girê bide. Lê heke peyam ev be ku zimanê malê divê were veşartin û zimanê din tenê zimanê “jiyana rastîn” e, zarok dikare di navbera du nasnameyan de hestên nakokiyê bijî. Ew dikare ji xwe bipirse: “Ma ez kî me?” Ev pirsa ku di destpêkê de wekî pirseke zimanî xuya dike, di rastiyê de pirseke nasnameyê ye. Di psîkiyatriyê de em dizanin ku hestên aîdiyetê ji bo mirovan girîng in. Hewce ye ku mirov bibîne ku cihê wî/wê heye, ku dengê wî/wê tê bihîstin û hebûna wî/wê tê qebûlkirin. Ziman dikare yek ji wan rêyan be ku pê ev hest tê avakirin.

Ji aliyekî din ve, ziman di têkiliya navbera nexweş û pisporên tenduristiya derûnî de jî girîng e. Keseke/î ku ji ber travma, şîn, depresyon an tirsê tê dermankirin, hewce dike ku bikaribe tecrubeya xwe bi wan peyvan îfade bike ku ji bo wî/wê xwedî wateyeke rastîn in. Ev ne tê wê wateyê ku dermankirin tenê bi zimanê dayikê dikare were kirin. Gelek mirov bi zimanekî duyemîn jî dikarin bi hêsanî hestên xwe îfade bikin. Lê ji bo hin kesan, bi taybetî di mijarên giran ên zarokatî, travma û malbatê de, zimanê ku bi bîranînên wan ve girêdayî ye, dikare cihekî xwe yê taybet hebe. Ji ber vê yekê, pisporên psîkiyatriyê ku li mirovan dinêrin, divê ne tenê li ser semptoman raweste. Divê bipirsin: Ev mirov di kîjan malbatê de mezin bû? Bi kîjan zimanî hestên xwe yekem car îfade kir? Kîjan ziman ji bo wî/wê zimanê ewlehiyê ye? Kîjan ziman bi bîranînên êş û kîjan ziman bi bîranînên evînê ve girêdayî ye?

Ev pirs dihêlin ku mirov wekî dosyayeke nexweşiyê ne, wekî mirovên bi çîrok, dîrok û nasname bên dîtin. Ji bo vê yekê jî, divê em ziman û tenduristiya derûnî bi hev re bifikirin. Ziman dermanê depresyonê nîne, dermanê travmayê nîne û nikare şûna psîkoterapiyê yan dermankirina psîkiyatrîk bigire. Lê ziman dikare şertên têkilî, aîdiyet û îfadeya hestan xurt bike. Ew dikare bibe faktoreke parastinê di jiyana mirovan de.

Ziman wekî rêya vegerê bo xwe

Di dawiyê de, belkî pirsa herî girîng ne ew e ku “Çend kes bi kurdî diaxivin?” Tenê ev hejmar nikare hemû wateya zimanî nîşan bide. Divê em bipirsin: “Kurdî di jiyana mirovan de çi cihî digire?”

Ma ziman di malê de tê axaftin? Ma zarok dikarin bi dapîr û bapîrên xwe re bi zimanê wan biaxivin? Ma mirovek dikare bi zimanê ku ji zarokatiya xwe ve nas dike, şîna xwe îfade bike? Ma dikare çîroka malbata xwe ji zarokên xwe re veguhêze? Ma dikare di civakê de bêyî şerm zimanê xwe bi kar bîne? Ma kesek ku hewceyî alîkariya derûnî ye, dikare li gorî daxwaza xwe bi zimanê ku herî baş hestên xwe pê îfade dike, biaxive? Ev pirs ji pirsa zimanî tenê wêdetir in. Ev pirsên tenduristiya civakî û derûnî ne. Ji perspektîfa psîkiyatriyê, mirov ne tenê mêjiyek e ku semptoman hildigire. Mirov çîrok e. Mirov bîranîn e. Mirov têkilî ye. Mirov malbat e. Mirov çand e. Mirov ziman e.

Gava mirovek dikare bi zimanê xwe bêyî şerm biaxive, ew tenê peyvekê neparêze. Ew dikare têkiliya xwe bi parçeyekî ji xwe re biparêze. Gava dayikek bi zimanê xwe ji zarokan re çîrokan dibêje, ew tenê zimanekî hîn nake. Ew parçeyekî ji bîra malbatê vediguhêze. Gava dapîrek bi zimanê xwe stranekê dibêje, ew tenê stranekê nabêje. Ew dikare cîhaneke ku ber bi windabûnê ve diçe ji nifşeke din re bihêle. Gava zarok bi zimanê malbata xwe dibêje “ez kurd im”, ev tenê danezaneke etnîkî nîne. Heke ew peyv bi hestên ewlehî, rûmet û aîdiyetê re tên tecrubekirin, dikare bibe parçeyek ji bersiva wî/wê ya derûnî bo pirsa “Ez kî me?” Ji ber vê yekê, parastina ziman tenê parastina peyv û rêzimanê nîne. Ew dikare bibe parastina têkiliyên mirovan, bîra malbatê, çîrokên nifşan û hestên aîdiyetê jî. Lê divê em vê parastinê bi zorê û bi şermê ava nekin. Ziman bi qedexekirinê nayê parastin, bi zextê jî nayê mezinkirin. Eger mirov bi hezkirin, rûmet û bi hestên ku ew ziman ji bo jiyana wan watedar e, zimanekî bi kar bînin, ew ziman hingê zindî dibe.

Zimanê dayikê ne tenê ew ziman e ku em yekem car pê diaxivin. Di gelek kesan de ew ziman e ku bi dengê dayikê, bi çîrokên malbatê, bi zarokatiyê, bi evînê û bi bîranînan re hatiye avakirin. Ji ber vê yekê, dema em dibêjin “Ziman nasname ye”, divê em tiştekî din jî lê zêde bikin: Ziman beşek e ji awayê ku mirov xwe dibîne, dinyayê fam dike û bi kesên din re têkiliyê ava dike û gava em ji perspektîfa psîkiyatriyê lê dinêrin, pirsa zimên dibe pirsa mirovan. Ma mirovek dikare bi dengê xwe, bi peyvên xwe û bêyî şerm bibêje “Ev çîroka min e, ev cîhana min e û ez jî li vir im”? Heke bersiva vê pirsa erê be, ziman ne tenê hatiye parastin. Mirovan jî di hundirê wî zimanî de xwe dîtiye.