Zarokan ji bo 15'ê Gulanê ruyên hev neqişandin
15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Mi minasebeta 15’ê Gulanê sazî û rêxistinên kurd ji 8’ê gulanê ve dest bi çalakiyên ji bo ziman kirine. Bernameyên cuda tên li dar xistin.

15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Mi minasebeta 15’ê Gulanê sazî û rêxistinên kurd ji 8’ê gulanê ve dest bi çalakiyên ji bo ziman kirine. Bernameyên cuda tên li dar xistin. Di çarçoveya 15’ê Gulanê de li Navçeya Bismil a Amedê jî ji bo zarokan bernameyek pêk hat. Çalakî di pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî de ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tên lidarxistin.
Rêveberên MED-DER, MA Muzîkê li taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê bernameyek li dar xistin. Destpêkê li erbaneyan xistin û meşiyan. Piştri meşê rêveberên MED-DER û MA Muzîkê alfebaya kurdî fêrî zarokên kirin. Li pey fêrkirina tîpan serçavê zarokan boyax kirin û resm xêz kirin. Zarokan, li ser potekî spî tiştên ku xeyal kir xêz kirin.
MA Muzîkê jî ritma muzîkê fêrî zarokan kirin û zarokan bi hev re strana Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" gotin. Herî dawî bi hevre govend gerandin û belav bûn.


