Zagona Çarçoveyê û Pirsgirêka Kurdî

"Zagona Çarçoveyê" mîna pira yekem e ku li ser çemê kûr ê pirsgirêkeke sedsalî tê avakirin. Ev gavek xwedî girîngiyeke dîrokî ye ku îradeya siyasî piştrast dike. Her çend ev rêwîtiya aştî û demokrasiyê direj û dijwar be jî, şiyana gihiştina armancê bi wê gava yekem a ku di parlamentoyê de bi awayekî yasayî hatiye avêtin, dest pê dike.

•
1 deqe xwendin
Zagona Çarçoveyê û Pirsgirêka Kurdî

Piştî sedsalî li Tirkiyeyê em di arîfeya serdemeke nû de ne. Ew "zagona bingehîn" an jî "zagona çarçoveyê" ya ku li Îmraliyê li ser lihevkirin pêk hatibû ji aliyê Parlamentoyê ve hat pejirandin. Ev bû yekem gava yasayî ya ku ji aliyê dewlet û hikûmetê ve tê avêtin. Bi avêtina vî gavî êdî qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê dike. 

Bêguman, ev zagon bi tena serê xwe hemû pirsgirêkan çareser nake lê ji bo destpêkeke nû pêngaveke girîng û dîrokî ye. Ji bo çareseriyeke adilane û mayinde pêwîstî bi yasayên din ên têkildarî pêvajoyê heye. 

Ev zagona hatî qebûlkirin dê tenê rê li ber pêkanîna pratîkî ya biryara rêxistina PKKê ya ji bo fesihkirina xwe veke. Ji bo ku ev pêkanîna pratîkî pêk were pêwîstî bi vî qanûnî hebû. Wekî mînak; ev qanûn şert û mercên yasayî diafirîne ku endamên PKKê yên ku çekên xwe danîne, tevlî siyaseta demokratîk bibin. Herwiha, bi vî zagonê ve girêdayî dê pêwîst be ku "Zagona Dij-Terorê" were betalkirin an jî guhertin, ji zimanê şer derbasî zimanê aştiyê bibin û ew saziyên ku zext û tundî li ser gel ferz kirine, bi taybetî JÎTEM û pergala Parêzvanên Gund (Qorucî) werin rakirin. Lewma, pêwîst e ew çarçoveya yasayî ya ku wekî yasayên entegrasyona demokratîk tê binavkirin were pêşxistin. Ev çarçoveyeke ku pergala Tirkiyeyê demokratîk dike û rê li ber çareseriya pirsgirêka kurd vedike. Lewre, navorka vê çarçoveyê divê bi yasayên ku li Tirkiyeyê azadiya hizir, derbirîn û rêxistinbûnê misoger bikin were dagirkirin.

Pejirandina "zagona çarçoveyê" ya navborî, tam wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aniye ziman, gaveke xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Rêber Abdullah Ocalan girîngiya vê gava destpêkê bi awayekî berbiçav bi vê hevokê anîbû ziman: "Rêwîtiya hezar kîlometreyî bi gavekê dest pê dike." 
Li vir tê diyarkirin ku demokratîkbûna Tirkiyeyê, li ser bingeha azadîbûna kurdan, pêdivî bi hewldaneke demdirêj heye û ev hewldan xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Di çareseriya pirsgirêka kurd de rol û girîngiya dîrokî ya "zagona çarçoveyê" heye. Pêvajoyên çareseriya pirsgirêkên kronîk û dîrokî yên wekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, her gav hewcedarê bingehekî qanûnî û garantiyeke makezagonî ne. Di çarçoveya pêvajoya aştî û çareseriyê de, ev gava yekem û herî stratejîk pejirandina "zagona bingehîn" an jî "zagona çarçoveyê" ye ku li Îmraliyê li ser hatibû lihevkirin. Ev zagon, ne tenê teksteke yasayî ye, di heman demê de xeta guherîna hişmendiya dewletê ye. Guherîna ji hişmendiyek ewlehîparêz ber bi hişmendiyek siyasî û demokratîk ve ye.

Di heman demî de pênase û peywira stratejîk a "zagona çarçoveyê" heye. Pêvajoyên danûstandin û muzakereyê bêyî qada yasayî sêwî dimînin. Di dîroka cîhanê de (wekî mînakên Îspnaya herêma Qatalan, Îrlandaya Bakur an jî Kolombiyayê hemû pêvajoyên aştî û çekdanînê bi çêkirina çarçoveyeke zagonî bi ser ketine. Girîngiya vê zagonê em dikarin wiha rêz bikin. 

Yek; Pejirandina vê zagonê ji aliyê Parlamentoyê ve dibe berpirsiyarî û îradeya fermî ya dewlet û hikûmetê.

Du; Ev zagon qonaxa yekem bi dawî dike û deriyên qonaxa duyemîn ku qonaxa avakirina pratîkî, siyasî û civakî ye vedike.

Sê; Zagon bi serê xwe hemû pirsgirêkan çareser nake, lê ji bo ku PKK biryara xwe ya fesihkirinê û rawestîna têkoşîna çekdarî bixe pratîkê, xeteke ewle û fermî diafirîne.

Ji bo aştî ji ser lênûskê dakeve qadê û bibe rastiya kûr û mayînde, divê paşxaneya vê zagona çarçoveyê bi qanûn û reformên piştgir re were dagirtin. Ev paşxane di bin navê "Zagona Entegrasyona Demokratîk" de dikare were dagirtin.

Pirsgirêka kurd ji avahiya giştî ya demokratîzekirina pergala Tirkiyeyê cuda nîne. Çareseriya rastîn û sîstematîk tenê wê demê gengaz e ku pergal hemû hemwelatiyên xwe di bin sîwana mafên wekhev de bicivîne.

Xala herî girîng ewe ku, qanûnên ku ji vir şûn ve di vî çarçoveyî de bên amadekirin de, divê ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ewlehiyê bin, divê li seranserê Tirkiyeyê azadiya hizir, derbirîn û rêxistinbûnê bê kêmasî bixin bin garantiyê. Şêwaza çareseriyê ya mayînde ev e ku mekanîzmayên siyaseta demokratîk ji bo hemû fikr û ramanan vekirî bin.

Wekî encam;  "Zagona Çarçoveyê" mîna pira yekem e ku li ser çemê kûr ê pirsgirêkeke sedsalî tê avakirin. Ev gavek xwedî girîngiyeke dîrokî ye ku îradeya siyasî piştrast dike. Her çend ev rêwîtiya aştî û demokrasiyê direj û dijwar be jî, şiyana gihiştina armancê bi wê gava yekem a ku di parlamentoyê de bi awayekî yasayî hatiye avêtin, dest pê dike.

Avakirina aştiyê ne tenê bêçekkirin e, avakirina hişmendiyek nû ye ku tê de siyaset şûna çekê, azadî şûna zextê û hiqûq jî şûna xweseriya şer digire.