Zagona çarçove bila nebe zagona xapandinê
Çareseriya rastîn tenê zamanekî wisa pêkan e ku tê de deriyên Îmraliyê hatibin vekirin, "heqê hêviyê" hatibe naskirin û amûrên dewletê ji şêweya "ipotekê" derketibin ser bingehê edalet û azadiyê. Ev dê bibe bingeha vekirina deriyên hêviyê.

Berdevkên hikûmetê bi eşkereyî diyar kiribûn ku dê rojnamevan û akademîsyen karibin bi hêsanî biçin Îmraliyê. Nêzikî 2 mehan dem derbas bû lê di pratîkê de ev pêk nehat. Bi ser de wekî ku tiştekî wiha negotine û tu pirsgrêk li holê tune ye şîroveyan dikin. Hê bêtir, 'heqê hêviyê' jî danîne aliyekî. Pratîka wan gotina wan pûç dike û derbarê niyet û armancên wan de mirov dikeve nav gumanan.
Di sînorên teoriya siyasî û felsefeya hiqûqê de, her pêvajoya aştî, çareserî an jî veguhastina siyasî, di navbera du tewereyan de hevsengiya xwe diparêze; vîna siyasî ya azad û mîsogeriya hiqûqî ya kargêriyê. Berteka gelê kurd li hemberî qeyraneke bingehîn a baweriyê di navbera van her du tewereyan de destnîşan dike. Ew nîşan dide ku çawa peyveke hiqûqî dikare veguhere amûreke kontrolê û çawa têgehên wekî "ewlehî", "îpotek" û "heqê hêviyê" di navenda şerekî sembolîk û hebûnî de cih digirin.
Paradoksa hiqûq û desthilatdariyê nişan dide ku hiqûqa bedenî li hember vîna siyasî ye.
Felsefeyê nîşan daye ku dewlet di demên qeyranê de hewl dide hiqûqê ne wekî amûreke edaletê wekî amûreke tevlîhevkirin û kontrolê bikar bîne.
Dema ku zagonek di Meclisê de bi dengên bilind tê pejirandin lê mercên kargêrî yên mîna erêkirina saziyên ewlehiyê (wekî MGK) dixin nav de, hiqûq ji qada xwe ya siyasî tê derxistin û diçe nav qada ewlehiyê. Di vê çarçoveyê de hiqûq nabe amûreke lihevhatinê, berevajî ew dibe "ipotek" ku vîna azad a aliyan girê dide. MGK dê biryarê li ser paşeroja gerîla û civakên Tirkiyê bide. Vîn û paşeroja gelan ketiye bin îpoteka MGKê.
Dema ji aliyekî çekdar an jî tevgereke siyasî tê xwestin ku bi rengekî "kesane" serî li zagonekê bide, ev daxuyaniyek siyasî ye ku hebûna kolektîf a alî red dike. Ji aliyê felsefeyê ve, qebûlkirina aliyê din ê siyasî tenê bi naskirina wî ya wekî "xwedî îradeyeke kolektîf" pêkan e. Ferzkirina serlêdana kesane, redkirina vê îradeyê ye. Zagoneke ku nebe wesîleya nasîna realîte û mafên kurdan, dê bandorê li gerîla neke.
"Heqê hêviyê" û felsefeya azadî û hebûnê tê paşguhkirin.
Di felsefeya siyasî de hêvî ne tenê hesteke psîkolojîk e, lê belê nîşana vebûna ber bi pêşerojê ve ye. Di hiqûqa navneteweyî û felsefeya mirovatiyê de "heqê hêviyê" pêncera herî dawî ye ku rê li ber girtî an aliyên pevçûnê vedike da ku xwe ji nû ve di nav pêşerojê de bibînin. Dema ku ev heq an nêzîkatî ji holê tê rakirin an tê paşguhkirin, peyam ev e: "Ji bo we pêşerojeke siyasî tune ye."
Dema ku civakek an tevgerek hîs dike ku di qada siyasî û hiqûqî de hemû rêyên hêviyê hatine girtin, vegera ber bi "çiyayan" an xweragirtinê ne tenê biryareke leşkerî ye, encameke hebûnî ye. Biryardariya berxwedanê wê demê xurttir dibe ku alternatîfa wê ya hiqûqî û siyasî bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Ramanwerê siyasî Hannah Arendt dibêje ku cihê ku tundî lê dest pê dike, siyasat li wir bi dawî dibe. Li Kurdisatanê ev hevok wiha diguhere; cihê ku şert û mercên siyasetê lê tune bin li wêderê şerê çekdariyê dest pê dike. Ev sed sale li Kurdistanê nîqaş li ser vê pênaseyê dizivire.
Ger nêzîkatiya dewletê an desthilatdariyê tenê li ser helwesta "Çekê dawîn jî teslîm bibe" an jî "teslîmîyeta bêmerc" hatibe avakirin, ew ne pêvajoyeke çareseriyê ye, stratejiyeke tepeserkirinê ye. Aştî tenê zamanek e ku tê de alî li ser mercên hevpar li hev dikin, ew ne tenê radestkirina aliyekî ye ji aliyê din re.
Girava Îmralî di vê hevkêşeyê de nûneriya navendeke krîtîk a siyasî dike. Girtina deriyan an astengkirina guhdariya Rêberê Gelê Kurd, qutkirina pêwendiya siyasî ye. Dema ku navenda diyalogê bêdeng tê hiştin, valahiya ku çêdibe tenê bi şik û guman û rageşiyê tê dagirtin.
Ev geşedan nîşan didin ku berdewamiya pêvajoyekê bêyî nasîna realîteya civakî û siyasî ya gelê Kurd tenê dibe "xapandinek" ku demê winda dike. Lewre divê demildest ji şaşiyê veger pêk were û şert û mercên îradeya çareseriyê Rêzdar Ocalan biguherin.
Hiqûqa ku ji bo aştiyê tê çêkirin divê ne amûreke şert û mercên leşkerî be, divê garantiyeke siyasî û sivîl be. Hiqûq divê ji bin kontrola ewlehiyê rizgarkirî be.
Divê ew hişmendiya ku hewl dide meseleyê wekî pirsgirêkeke "kesane" bibîne bê berdan û alî wekî aktorên siyasî yên civakî werin naskirin. Naskirina îradeya kolektîf kolektif pêk were.
Çareseriya rastîn tenê zamanekî wisa pêkan e ku tê de deriyên Îmraliyê hatibin vekirin, "heqê hêviyê" hatibe naskirin û amûrên dewletê ji şêweya "ipotekê" derketibin ser bingehê edalet û azadiyê. Ev dê bibe bingeha vekirina deriyên hêviyê.
Heke ev gav neyên avêtin, her zagon an gavên fermî dê tenê navê "xapandinê" bi xwe re bînin û bibe sedem ku benên aştiyê yên heyî bi yekcarî biqetin.
Rêya tekane ya ji holê rakirina vê bêbawerî û rageşiya bêdeng ew e ku deriyên Îmraliyê heta dawiyê bêne vekirin.


