Yekitiya Ajokaran serdana konê nobedê kir û hevkariya PDK'ê şermezar kir
Meclisa Malbatîn Şehîdan a Herîma Cizîrî, çalakiya konî nobedî ya li deriyî Sîmalka berdewam dikin. Çalakiya konî nobedî 41 roj in didome. Malbat ji bo radestkirina cenazeyîn zarokîn xwe her roj...
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, çalakiya konê nobedê ya li deriyê Sêmalka berdewam dikin. Çalakiya konê nobedê 41 roj in didome. Malbat ji bo radestkirina cenazeyên zarokên xwe her roj li vir nobedê digirin. Navenda Ragihandinê ya HPG'ê, diyar kiribû ku çekdarên PDK'ê di 28-29'ê tebaxê de li navçeya Xelîfan kemîneke danûbû. Di kemînê de 5 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Endamên Yekitiya Ajokaran a li herêma Cizîrê îro ji bo piştgiriya xwepêşandêrên li deriyê Sêmalka berê xwe dan konê xwepêşandanê. Girsê serdana konê nobedê kirin û pankertên "Em bang li Xaça Sor a Navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û cenazeyên şehîdên me radestî malbatên wan bikin" û "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku lêkolînê li ser bikaranîna çekên ku dewleta tirk bikar tîne yên ku di qada navneteweyî de qedexe, bike" hildan.


