Xwezaya hunerê û ruhê kolektîf
Di torên Populîzmê de dûrketina ji cewherê hunerê, di roja me ya îro de, keraseta herî dijwar e. Çanda "populîst" mîna krîzeke pîşesaziyê ketiye nav hest û hişê mirovan. Vê çandê huner ji cewher û rehên wê yên resen dûr xistiye.

Di pergala gerdûn û xwezayê de sê giyanên bingehîn ku jiyanê didomînin: mirov, teba û nebat. Her sê jî bi hevgirtin û hevsengiyek mezin tên holê. Huner jî, ku berhema dest, hiş û dilê mirov e, bi heman pergala xwezayî çêdibe û geş dibe.
Huner mîna zarokekî di malzaroka dayikê de ye; berî her tiştî di kûrahiya hiş û dil de çêdibe, paşê hêdî hêdî zayînde dibe û bi keda hevpar digehîje pênaseya xwe. Di kûrahiya giyanê hunerê de kolektîfî û hevparî esas e. Dema ku huner bi hişmendiya komunî re dibe yek, ruhê wê resen dibe, cewherê wê dewlemend dibe û nirxekî nemir digire dest.
Em di hunerê de ti carê nikarin ji keda hevpar dûr bikevin. Seranserî dîrokê berhemên wêjeyî, destanên honandî, hunera zargotina folklorî (dans û dîlana gelêrî ) strana ku em dibêjin, melodiya ku em dixeyilînin ne tenê berhema ferdekî ye; ew deng, jan, şahî û rengê civakê ye ku bi hevahengiyê hatiye honandin. Lê dema ku em ji vê cewherê resen dûr dikevin, huner birîndar dibe.
Di torên populîzmê de dûrketina ji cewherê hunerê, di roja me ya îro de, keraseta herî dijwar e. Çanda "populîst" mîna krîzeke pîşesaziyê ketiye nav hest û hişê mirovan. Vê çandê huner ji cewher û rehên wê yên resen dûr xistiye. Hunerê ku berê hêza xwe ji keda kolektîf û hişmendiya komunî digirt, îro di bin zexta xerckirina lezgîn de afirîneriya xwe ya hevpar wenda dike. Li vê cîhanê kalîte û kûrahî cihê xwe dane "populerbûn" û "şuhretê".
Kevneşopiya dengbêjiyê û birîna muzîka kurdî
Min nêzî 50 salên temenê xwe da şop û rêça vê çandê, bi teybetî ‘’qada afirandina hunera muzîkê’’ Di vê rêwîtiyê de min dît ku hêza muzîka me her gav ji kûrahiya civakê û keda komunî dihat. Kevneşopiya kûr a dengbêjiyê ku hafiza, dîrok û giyanê kolektîf ê gelê me diparast, cîhanek komunî û resen bû.
Muzîk ji bo me ne tenê aramancek govendê an jî lezê bû; hişmendiya afirîner bi şêwaza kolektîf – komunal hem resenî parast, hem afirandêrî kir, hem jî xwe ava kir… yanî bi temamî li gorî diyalektîka hunerê geşedan derxist holê.
Rewşa muzîka kurdî ya îro tê de dijîne, bi xetereyekê re rû bu rû ye. Merev dibîne, ku ev rewş ne pêşketin e, ne xwenûkirin e, ne jî guhertin e. Di sedsala 21ê de, bi pêşketina teknolojî û cîhana înternetê re guherînên gerdunî, bandor li hemû civakan kir, teqez mîna hemû civakên cîhanê, bandorên pozîtîf an negatîf bi gelemperî civaka me, bi teybetî jî hunera kurdî, gelo çiqas para xwe ji van pêşketin û guherînan girt an bi dest xist? Ev pirsek bingehîn e, ku em li bersivê bigerin. Heger em bersiva vê pirsê rast bibînin, hîngê wê rewşa muzîka kurdî bi şêwaza zanyarî zelal bê dîtin, ew ê sedemên dejenere û xerckirina nirxan bê fêmkirin.
Civakî û civakbûn tê wateya pergala nirxan, pergala civakê bi zagon û yasayên exlaqî hatî honandin. Pîvan, prensîbên civakî di wateya parastin û vejîna çand û hunerê de ye! Civakên bê zagona civakî bê prensîb û pîvanên exlaqî, li seranserî cîhanê tune ye, her civakek çanda xwe di nav sînorên prensîb û zagonên xwe de diparêze. Dejenere û sohtandina îro li ser çand û hunera me rûdaye, dişibe kirîza (klîmaya gerdunî ) ya sohtandina xwezayê. Her kes dibîne, dizane, dibêje, lê ti kes ji bo rawestandina ‘’kirîza sohtandinê’’ tiştekî nake!
Çand û hunera kudan sed sal di bin nîrê qirkirina çandî de, noqî talan û înkarê hat. Ji salên 70yî û pê de, di nav qîlên qirkirinê de xuya dibû, ku nebizek nefesê di gewdê hunera kudî de li ber xwe dide! Li ruxmî hemû zordariya pergalên qirker, çand û hunera kurdî nasname û reseniya xwe parast. Xwe parast lê belê hîn dîlî û birîndarekî di bin qirkirina çandî de ye.
Di detpêka salên 80yî de, (aqilê stratejîk) di dîrokê de cara yekemîn pardîgma rizgarî û vejîna çand û hunerê ya di bin qirkirinê de, bi armanc û stratejiyek zelal ragihand. Bi tekoşînek bêhempa, bi ked û bedel, di civaka kurd de pêşengî ji geşedana Bizava Çand û Hunera Kurdî re kir, erka dîrokî da ser milên xwe…
Di 50 salên bihurî de, ger çawa Bizava Rizgariya Neteweyî (Şoreşa Azadiyê ) civak veguhert û nûjenî pêk anî, di milê çand û hunerê de jî, heman veguherîn û nûjenî bi hev re pêk hat. Bi hemû nirx û berhemên avakirî, terz û şêwaza tekoşînê, ne tenê huner afirand, hişmendiya kesayeta hunermend û pêşengê civakî diyar kir. Di 20 salên destpêkê de, di hunera muzîk, stranbêjî, şano û hwd, çanda koman li seranserî welêt û derveyî welat bi bi pêş ket. Çand û hunera di bin nîrê qirkerî û înkarê de, tevî birînên xedar, pêngava vejînek nû, di ruh û giyanê civaka kurd de deng veda… Bê şik û guman e, serkeftina konsepta (tekoşîna rizgariya çand û hunera kurdî/neteweyî ) bi teybetmendiyên bijare, bi şêwazên xebatên kolektîf encam da…
Rewşa hunera kurdî, ku îroj em dibêjin di bin ‘’dejenere û xeternakê deye’’ bêguman e, helbet sedemên vê xemxwariyê û fikarên me hene. Pênasekirina kirîza dejenerasiyonê bi çanda populîst û post-modern weku faktora sereke ya krîzê ye, bi baweriya min pênaseyek rast e, lê ji bo çanda kurdî, pênaseyek kêm e! Pêlên çanda post-modern hemû civakên dinyayê daxist bin bandorê, lê belê mîna civaka kurdan hemu civak ne bê statu ye, nexasim di bin qirkirina çandî de ye! Faktora, biyanbûna ji çand û civaka xwe, çavkaniya sereke ye. rêjeya bişaftinê di civaka kurd de, di astek gelekî bilind de diyar e. Min berê jî gelekî aniye ziman; rêjeya bişaftinê tenê bi ziman ve nayê pênasekirin. Bişaftin tenê beşeke Kurdistanê nefikirin, li her devera kurd dijîn, her beşekê, li gor teybetiya pergala dagirkeriyê noqî bişaftinê bûye. Di her deverek jiyana mirovên kurd de, di siyasetê de, li nav hunerê, di ronakbîriyê de, pergala fikirandin û xeyalan de, dûrketin û biyandî bi rêjeyan bilnd bûye…
Di gel lêborîna xwe, dizanim dîsa gotara min dirêj bû, ji ber ku mijar kûr û dirêj e. Dîroka çand û hunera kurdî, di van 20 salên dawiyê de noqî kembaxiyek bi sosret û zor mixabin hat û niha dijî! Weku kedkarekî, ji berî 30 salî jî, xemxwarê van rewşên bi krîz û qeyranan bûm. Bi rêheval û hogirên xwe re, heger me çendîn tekoşîn kir jî, lê mixabin, me nedikarî metirsîn û xemxwariyên xwe bi rêvebir û pêşengên civakî bidin pejirandin an fêmkirin.
Bi gelemperî asta dejeneresiyona li ser hunera kurdî, (di hemû beşên hunerê de) belkî tenê folklor û dîlanê hîn noqî xezeba dejenereyê nehatiye, lê yek beşa hunerê nemaye, ku dest neavêtibinê.
Melodiyên ku berê bi salan di kûrahiya civakê de dihatin vehûnandin, îro cihê xwe didin rîtmên bazirganî yên ku zû tên xerckirin û zû tên jibîrkirin.
Ji bo hunermendên ciwan, nifşên bedew pêşniyar dikim
Ji bo ku em hunerê ji vê lawazbûnê rizgar bikin, wekî mezin û hevalekî we yê 50 salî di vê rêyê de, ricaya min ji hunermendên ciwan ev e:
Vegerana li çavkaniyên resen: Ciwan divê temen û keda xwe di kûrahiya folklor, destan û giyanê resen ê civakê de çandiniyê bikin.
Afirîneriya kolektîf: Li dijî ferdperestiya populîzmê, kom û atolyeyên hevpar ava bikin da ku huner careke din bi keda komunî şên bibe.
Dûrketina ji pîvanên bazarê: Li şûna ku bala xwe bidin hejmara "şopîneran", bala xwe bidin kûrahî û giraniya deng û peyvên xwe.
Rijandina reng, peyv û dengan di nav golek hevpar de, wê hunerê ji vê krîzê rizgar bike. Dema ku huner dîsa destê xwe bide destê xwezayê û ruhê komunî, ew ê bibe ronahiyek ku rêya civakê ronî dike. Civakeke ku hunera xwe ya resen wenda bike, hişê xwe wenda dike; xwedîderketina li xwezaya hunerê, xwedîderketina li paşeroj û reseniya me ye.


